• PDK'ê Hasan Kaçar beriya bi hefteyekê ji Hewlêrê dersînor kiribû. Hasan Kaçar niha bi malbata xwe re li Silêmaniyê li ber ofîsa NY'yê kon veda û helwêsta PDK´ê protesto dike. 

PDK'ê Hasan Kaçar beriya bi hefteyekê ji Hewlêrê dersînor kiribû. Hasan Kaçar niha bi malbata xwe re li Silêmaniyê li ber ofîsa NY'yê kon veda û helwêsta PDK´ê protesto dike. 

Asayîşa PDK´ê malbata Hasan Kaçar tevî du zarokên piçûk 23 Mijdarê ji Hewlêrê dersînor kiribû. Malbata Kaçar niha li ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê ye.

Hasan Kaçar daxuyaniyek da çapemeniyê û got, Asayîşa PDK’ê bi lêdan û zilmê ew ji Hewlêrê derxistuye. Kaçar da zanîn ku ew tevî malbata xwe, ev 8 roj (îro 9 roj) in li kolanên Silêmaniyê dimîne. Kaçar dibêje, "Zarokên me li Hewlêrê dixwendin û niha ji xwendinê bêpar mane. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî dikim da ku bi erka xwe rabe. Ji bo em vegerin mala xwe û zarokê me jî bixwînin, divê saziyên erkdar bi erkê xwe rabin."

Hêjayî bibîrxistinê ye Hasan Kaçar 12 salan di hepsa dewleta Tirk de ragirtî bû û ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk li ser israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2014’an tevî 20 girtiyên din, hat berdan û ji sala 2015’an ve jî li Hewlêrê dima. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ