Li dijî neyar 'Rahêjin çekê!'

Sêşem 3 Gulan 2022 - 22:12

  • Fermandar Siyabend Dalaho: Niha li ser xeta Ertûş û xeta Kurêjahro hema bêje her tim şer diqewime û bi pirranî jî bi înîsiyatîfa hevalên me. Dijmin xwe nêzî hin gir û tunelên şer kiriye. Dijmin ti tunela me ya şer negirtine, berovajî vê, hewl dide ku cenazeyên xwe nêzî tunelên me bike.

Yek ji Fermandarên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê, Siyabend Dalaho got, dewleta Tirk derbên giran dixwe û bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd kir da ku çalakiyan mezintir bikin. Wî ji ciwanan xwest rahêjin çekan û tevlî nav refên berxwedanê bibin. 

Yek ji Fermandarê Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê Siyabend Dalaho êrişên dagirker ên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê nirxand.

Dalaho got, dewleta Tirk her cure teknolojiyê bi kar tîne lê dîsa jî êrişên wê hatine şikandin. Wî nerazîbûna xwe ji rola PDK´ê jî bi hişkî nîşan da. 

Wî got, “Bi taybetî piştî sala 2017’an şer kûrtir bû, di sala 2021’ê de dema ku dijmin xwest operasyonê bike, beşeke eyaleta me jî di wê çarçoveyê de bû. Me dizanî wê sala 2022’yan gelekî cihêtir be, dijmin wê berê xwe bide temamê eyaleta me. Di vî warî de me rewş nirxand û amadekariyên xwe kirin. Raya giştî vê operasyonê wekî di 17’ê Nîsanê de dizane lê operasyonê di 14’ê Nîsanê de dest pê kir. Bi 50 balefiran sê roj û sê şevan, Avaşîn jî tê de, Zap (Zê) hemû bi balefirên şer, balefirên keşfê û obusan hate bomberdûmankirin. Em di pozîsyona şer de bûn. Piştî êrişa dijmin ji bejahiyê û hewayê leşker anîn. Herêmên me hemû bi balefirên şer hatin bomberdûmankirin lê tiştek bi hêzên me nehat.”

Êrişên dijmin her carê şikestin

Fermandar Siyabend Dalaho da zanîn ku wan nehiştiye ku helîkopterên dijmin xwe deynin û wiha peyivî: “Li girên di destê me de hemûyan, şer dest pê kir. Helîkopterên Skorsky nekarîn xwe deynin ser girê di destê me de. Bi alîkariya kobrayan hewl dan ji Skorskiyan leşkeran deynin, lê her carê hevalên me li wan da. Di rojên pêşîn de nekarîn leşkeran deynin. Bi qasî ku min fêm kir, dijmin jî vê wisa dide diyarkirin. Bi taybetî ji ser Şêladizê li ser xeta Kurêjahro ji bejahiyê ve ketin deverê. Ji herêmên di destê PDK’ê de, leşkerên Tirk bi peyatî hatin devera Kurêjahro. Tîmên me yên li deverê li leşkerên dijmin dan û dijmin hê li cihê xwe ye. Dixwaze xwe nêzî tunelên şer bike. Dixwaze vegere deverên ku hevalên me li wan dane. Ji bo vê teknolojiyeke xurt bi kar tîne. Li her deverê hevalên me li hemberî dijmin li ber xwe didin û li gelek deran hevalên me êrişî dijmin dikin.” 

Tunel hemû di destê gerîla de ne

Fermandar Siyabend Dalaho dibêje di qonaxa yekê de dijmin şikestiye û wiha dewam dike: “Niha li ser xeta Ertûş û xeta Kurêjahro hema bêje her tim şer diqewime û bi pirranî jî bi înîsiyatîfa hevalên me. Dijmin xwe nêzî hin gir û tunelên şer kiriye. Dijmin ti tunela me ya şer negirtine, berovajî vê, hewl dide ku cenazeyên xwe nêzî tunelên me bike. Di vê wateyê de taktîka dualî ya partiya me, Navenda Parastina Gel; şerê tunel û bejahî hem rastbûna xwe îsbat kiriye û hem jî di pratîka heyî de bi ser ketiye.”

Ji bo fedakariya gerîla di vî şerî de fermandar Siyabend Dalaho dibêje, “Li hin cihan hevalên me li dijî teknîka dijmin û nefesa wan a qirêj li ser xaka me biçikînin, şer kirine. Di hin deman de hevalên me heta dawiyê li ber xwe dan û tunelên xwe parastin. Mînak, beriya bi çend rojan hevalên me li herêma Çiyareşê çûn ser 7 cenazeyên dijmin. Helbet şerekî giran e, berdêlên wê hene. Gelek hevalên me şehîd bûn, lê di dawiyê de em serketinê dibînin.” 

Siyabend Dalaho pratîka şer a heyî ya gerîlayan weke pratîka serketina stratejîk nirxand û got, “Em ê bi ti awayî bi paş ve gavê neavêjin û weke eyalet li hemberî meylên dijmin çi pêwîst be em ê bikin. Hevalên me niha li tunelan û li bejahiyê bi coş û baweriyeke mezin li dijî dijmin li ber xwe didin, bi coş û baweriyeke mezin êriş dikin. Em bi vê serbilind in.”

Tehamula li beramberî PDK´ê nema

Ji bo rola PDK´ê di êrişê de jî Fermandarê Pêngava Bazên Zagrosê, Siyabend Dalaho dibêje, “PDK beşek ji vî şerî ye. Helwêsta me di vê mijarê de zelal e. Helbet kadrohemû jî weke şervanên partiyê, girêdayî polîtîkayên giştî yên tevgera me ne. Em weke kadro her cure fedakariyê dikin, lê divê were zanîn, weke gerîlayên Kurd û fedaîyên Apoyî, êdî tehemula me nemaye. Şîreta min ew e ku zêde bi me re rû bi rû nemînin. Ez niha difikirim, çawa li Kurêjahro, Şêladizê, em şer dikin, ew temaşe dikin. Her kes dizane ka em çawa bi destanî şer dikin.” 

Bang li ciwanan kir

Fermandar Siyabend Dalaho di dawiyê de bang li Kurdan û nexasim jî ciwan dike: “Gelê me her tim ji bo azadiyê fedakariyê dike. Em hêvî dikin ku gelê me bêhtir tevlî têkoşînê bibe. Divê ciwanên Kurd çekên xwe rakin û di nav van refan de cihê xwe bigirin. Her ciwanê Kurd mecbûr e beşdarî vê têkoşîna azadiyê bibe. Rewşa heyî vê li ser ciwanan hemûyan ferz dike."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.