Li dijî madeyên hişbirê xebat

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 00:14

Li bajarên Kurdistanê dijî kiryarên narkotîkê û fihûşê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker ve têne rêveberên xebatên hişyariyê dest pê kirin. Ji bo vê armancê li taxan civînên gel têne kirin û gel derheqê polîtîkaya şerê taybet tê hişyarkirin û tê xwestin ku her dijî vê polîtîkayê têbikoşe.

Bi vê çarçoweyê Şaredariya Wêranşarê li gel hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê li maleke taxa Azadiyê civînek li dar xist, ji taxê gelek mirov tevlî civînê bûn. 

Zarokên 11 salî bi kar tînin

Pisporê Xizmetên Civavî Zulfu Tûncel jî ku di nav xebatan de cih digire diyar kir li navçeyê bikaranîna madeyên hişbirê pir berbelav bûye, temenê kesên ku madeyê bi kar tînin hatiye heta bi 11’an û got,’’Ev rewş talûkeya ku zarok ketina nav de nîşan dide. Tê zanîn ku bikaranîna hişbirê ya ku tê asayîkirin, ji hêla kesên 60 salî û xwedî nevî, tê bikaranîn. Di xebatê de tişta balkêş a din jî ew e ku malbat zarokên xwe yên madeyên hişbirê bi kar tînin, bi derengî pê dihesin. Ev yek pêvajoya dermankirinê zehmettir dike. Li gel bikaranîna madeyên hişbirê zarok arasteyî dizîn, fihûş, firoşkariya hişbirê û gelek sûcan dibin.”   

Her kes dijî hişbiriyê têbikoşe 

Hevseroka Şaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgûn têkildarî bengîtiyê banga haydarbûnê kir û ev tişt anî ziman: “Çareseriya her tiştekî heye. Heke zarokên me pêgirtiyên hişbir, fihûş bin çareseriya vê yekê zehmettir e. Partiya me dibêje ku divê her kesek li dijî bêngîtiyê têbikoşe. Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were divê em bikin.” Yorgûn da zanîn ku ew ê her roj bi mêvanbûna maleke cudatir, xebata haydarkirinê li dar bixin.”  

Piştî axaftinan derbarê bengîtiya madeyên hişbirê de tiştên divê bên kirin û çareseriyên pirsgirêkan hatin nîqaşkirin. Xebat bi pirsîna pirsan û parvekirina pêşniyaran bi dawî bû.

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.