• Serokê Komîteya Avakirin û Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistanê Abdûlrehman Sedîq, diyar kir ku ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî wan miracaetî Hikûmeta Iraqê kiriye û xwestiye ku ji bo lêkolînê komîsyonek bê avakirin. 

Serokê Komîteya Avakirin û Parastina Hawirdorê ya Herêma Kurdistanê Abdûlrehman Sedîq, diyar kir ku ji bo lêkolîna bikaranîna çekên kîmyewî wan miracaetî Hikûmeta Iraqê kiriye û xwestiye ku ji bo lêkolînê komîsyonek bê avakirin. 

Dewleta Tirk ji 23´yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê bi sedan caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Serokê Komîteya Avakirin û Parastina Jîngehê li Herêma Kurdistanê, Abdulrehman Sedîq, têkildarî mijarê ji Rojnewsê re axivî û got, wan ji Iraqê xwestiye ku komîsyonekê ji lêkolînan bişîne herêmê. Abdulrehman  Sedîq, bi bîr xist ku bikaranîna çekên kîmyewî xisarê dide Herema Kurdistanê û got, "Ji sala 2010'an heta sala 2019'an ji ber êrişên Îran û Tirkiyeyê bi hezaran donim erdê çandiniyê tine bû."

Abdulrehman Sedîq, bal bire ser bikaranîna çekên kîmyewî û got: "Komîsyon dikare biçe serdana herêmên çekên kîmyewî li wan hatine bikaranîn. Komîteyeke taybet a Wezareta Jîngehê ya Iraqê ya ji bo kîmyabaranê heye. Em van mijaran hewaleyî Wezareta Karên Derve ya Iraqê dikin. Ji bo lêkolînê, me ji hikûmeta Iraqê xwest ku komîsyonekê ava bike û bişîne herêmê. Em ê hewldanên xwe yên ji bo parastina xwezayê bidomînin."

ROJNEWS/SILÊMANÎ