• Parêzer Ok: Divê her kes xwedî li rojnamevanên Kurd derkeve. Nabe ku tenê rojnamevanên Kurd nerazîbûnê nîşan bidin. Dema li Stenbolê 16 rojnamevan bên binçavkirin, nerazîbûneke çawa bê nîşandan, divê ji bo Amedê jî heman tişt were kirin. 

Polêsan dagirkeriya Tirk doh danê sibehê li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş û 16 rojnamevanên din hatin girtin, ew kirin nezaretê. Li hemberî vê rêxistinên çapemeniyê û rojnamevanan got, ew ê xwe dî li hev derkevin. PENa Kurd jî xwest ku rojnamevan tavilê bên berdan.  

Rêxistinên çapemeniyê û rojnamegeran nerazîbûn nîşanî kirina nezaretê ya 16 rojnamevanan a li Amedê da û got, ber bi hilbijartinê ve desthilatdarî zexta xwe zêde dike. 

Nivîskara Kısadalga.netê Mehveş Evîn got, kirina nezaretê ya rojnamevanan rê li ber fikaran vedike: “Ev kirina nezaretê, bi awayekî ketober nayê kirin. Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de di rêza 149’an de ye. Sedema vê ne tenê hejmara rojnamevanên girtî ye. Her wiha ji ber rojnamevanên derheqê wan de doz hatine vekirin, ew kirine nezaretê, rastî binpêkirina cezayên maddî û xespkirina mafan hatine, yên tundî li wan hatine kirin, rojnamevan û weşanên ku hedef hatine nîşandan. Bi taybetî jî rojnamevanên li herêman dixebitin, bêhtir rastî êrişan tên, gelek caran êrişên fizîkî li dijî wan tên kirin. Heta ez bi bîr bixim, ku rojnameger Gungor Arslan di sibatê de li Kocaeliyê hate kuştin.” 

Di dewamê de Evîn bal bire ser ‘qanûna dezonformasyonê’ ya desthilatdariyê û cezayên li rojnamevanan tên birrîn û got, “Her ku hilbijartin nêz dibe, ev polîtîkaya bêbandorkirin, tepisandin û bêzarkirinê ya li dijî çapemeniyê girantir dikin. Li gorî texmîna min, hewl didin wisa li HDP û hilbijêrên wê ku di nava her du tifaqan de jî nînin, bikin da ku neçin ser sindoqê. Ji bo ku kesek dengê xwe dernexîne, hincetên weke ewlehî, teror û endamtiyê derdixînin. Rêya pûçkirina vê bêrehmî û taktîkên derhiqûqî, bi xwedîderketina li mafên xwe yên demokratîk û hempîşeyên xwe pêkan e.”
 
Li dijî rojnamevanên Kurd e  

Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemeniyê yên Tirkiyeyê (Basin-Îş) Faruk Eren jî bal bire ser zextên ser rojnamevanan û got: “Êdî rewş gihiştiye asteke xeternak. Bi taybetî jî zext û binçavkirinên li dijî rojnamevanên Kurd dewam dikin. Ji bo ku polîtîkayên wan neyên zanîn û teşhîr nebin, berê xwe dan rojnamevanan. Rewşeke mîna dema OHAL’ê heye. Dixwazin gefan li rojnamevanan bixwin, wan krîmînalîze bikin û xwe ji rewşê xelas bikin.”

Eren got, “Mijar elaqedarî mafê agahîgirtinê yê civakê ye. Divê civak xwedî li vî mafê xwe derkeve. Divê rojnamevan piştevaniya hev bikin.

Heke rojnamevan nebin, haya wan wê ji rastiyê nebe. Ev yek, rasterast pirsgirêka demokrasiyê ye. Lewma divê civak xwedî li rojnamevanan anku li demokrasiyê derkeve.” 
 
Mesele pirsgirêka Kurd e

Hevdîrektora Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok jî got, “Zext û binçavkirinên li dijî rojnamevanên Kurd, rasterast têkiliya xwe bi pirsgirêka Kurd re heye. Xitimîna di pirsgirêka Kurd de bandora xwe li her derê dike. Em her roj bi nûçeyên operasyonên li dijî HDP, rêxistinên civaka sivîl ên Kurd û rojnamevanan hişyar dibin. Ji bo ku dawî li van bê anîn, divê her kes xwedî li rojnamevanên Kurd derkeve. Nabe ku tenê rojnamevanên Kurd nerazîbûnê nîşan bidin. 

Dema li Stenbolê 16 rojnamevan bên binçavkirin, nerazîbûneke çawa bê nîşandan, divê ji bo Amedê jî heman tişt were kirin. Divê her kes piştevaniyê bike. Ji bo piştgiriyê em ê sibe du parêzeran bişînin Amedê. Em ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”


PENa Kurd: 
Rojnamevanên Kurd berdin

Pena Kurd, bi daxuyaniyeke nivîskî serdegirtina malên rojnamevanan û binçavkirina wan şermezar kir û got, “Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamevanan û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamevan yekser û demildest bêne berdan."

Dosya ji xelkê xef kirin

Ji bo dosyaya rojnamevanên kirine nezaretê, dozgerê dagirkeriya Tirk biryara bisînorkirinê day. Parêzeran biryara dadgehê xwestin, lê belê bi hinceta ku “lêgerîn û binçavkirin dewam dikin” ev daxwaz hat redkirin.  

Ji bo berevajîkirina heqîqetê

Rojnamevan Dîcle Muftuoglu 4 rojan di nezaretê de ma û hat berdan. Wê got rojnamevanên doh kirine nezaretê bi armanca berevajîkirina heqîqetê ye. 

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu  3’yê Hezîranê de dema xwest biçe Midûriyeta Polêsan a Amedê îfade bide, hatibû girtin. Muftuoglu bi hêceta pere ji hevpîşeyên xwe yên li Girtîgeha Wanê re şandiye, bi îdiaya “Fînansê temînî rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 

Muftuoglu bal bire ser binçavkirina rojnamevanan a doh li Amedê û got, “Serê sibehê li dijî çapemeniya Kurd operasyonek kirin. Careke din xebatkarên medya Kurdî ango çapemeniya azad bûn armanca binçavkirinê. Herî kêm 16 hevalên me hatine binçavkirin. A rast dixwazin bi vê operasyonê ser rastî û heqîqetê bigirin û heqîqetê berevajî bikin. Lê em ê her heqîqetê bêjin û xebatên xwe bidomînin. Em bang li rêxistinên rojnamevanan jî dikin da ku bibin yek deng û li ber binçavkirina rojnamevanan rabin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN