Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku kesên di bin parastina polîsan de her hefte tên ber avahiya partiya wan, komeke provakatîf e. Temel bang kir û xwest her kes xwedî li HDP’ê derkeve.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û şandeya pê re, xwest ku li Parka Feqiyê Teyran a li Wanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan qedexeya walîtiyê hêcet nîşan da û destûr neda daxuyaniyê. HDP’î jî li ser vê yekê çûn seredana dikandarên Cadeya Cumhuriyetê, Kolana Fîstanfiroşan û Sûka Penîrfiroşan. Wan guh da pirsgirêkên welatiyan. 

Bi pere hatine xapandin

Temel di seredana dikandaran de got, desthilat ligel pirsgirêkên aboriyê jî êrişa li dijî Kurdan û HDP’ê didomîne: “Li welat qeyraneke mezin heye. Em li vir vê dibînin. HDP, gel û Kurd hemû hay ji vê hene. Îro komeke provakatîf birin pêş partiya me. Em dizanin ku ev ne malbat in. Heta ku tu elaqeya van bi Wanê re nîne. Ev ew kes in ku bi pere hatine xapandin. Armanca wan ewe ku xebatên HDP’ê asteng bikin. Ev li otele dimînin û bi polîsan re tînin li pêş partiya me. Her pêncşemê ev kes tên li pêş partiya me hem heqaretê dikiln hem jî keviran diavêjin. Ew kesên ji van re nebin asteng, ji wekîlê ku daxuyaniyê bide re dibin asteng. Kesên ku vê lîstikê dikin, ew in ku dixwazin HDP’ê tasfiye bibe. Çi bibe bila bibe kesên vê dikin provokator in. Li gel her tiştî HDP li vir û li ser piyan e. Divê herkes di vê pêvajoyê de xwedî li partiya xwe derkeve.”

WAN