Li dijî êrişên kîmyewî bûn gerîla

Şemî 5 Mijdar 2022 - 00:21

Ji bo hilanîna tola 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, 20 ciwanên din tevlî nava refên gerîla bûn. Ev ciwan ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Ciwanan ji bo "Pêngava serketinê" bang kir da ku ciwan tevlî nav refên gerîla bibin.

Ciwanan daxuyaniyek jî da û got, "Ev 17 hevalên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, pirraniya wan di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Rojavayê Kurdistanê, ji Kobanê heta bi Baxozê cih girtine, şer kirine û birîndar bûne.

Em wekî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li beramberî vê kiryarê bêdeng namînin, bêdeng mayîn şirîkbûna komkujiya ne, tiştên ku me nekiriye em ê ji vir û pê ve jî bikin. 17 hevrê û hevalên me di vê êrişa hovane de şehîd bûn em niha li şûna 17 hevalan bi 20 mêr û jinên ciwan ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên van hevalan radikin û tevlî nava refên gerîla dibin.

Werin tevlî cenga azadiyê bibin, werin li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin, werin li şehîdên xwe xwedî derkevin, werin tevlî pêngava serketinê bibin, werin tevlî nava refên gerîla bibin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.