Li dijî dagirkeriyê tevlî gerîla bibin 

Sêşem 11 Gulan 2021 - 02:23

Pêşmergeyên Dêrîn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê, bang li ciwanan kirin da ku tevlî gerîla bibin. Pêşmergeyan ragihand ku divê ti kes li hemberî dagirkeriya Tirk bêdeng nemîne.

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Arif Elawêrdî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û bang li xelkê Kurdistanê kir da ku li dijî dagirkeriyê bêdengiya xwe bişkînin. Arif di banga xwe de xwest xelkê Kurdistanê dijî dagirkeriyê dakevin qadan û got; “Helwesta Hikumeta Iraq, Herêma Kurdistan û bêdengiya wan ya li hemberî dagirkeriya Tirk, şermezariyek mezin e. Divê helwesta wan were zanîn. Daxuyaniyên ‘dewleta Tirk tenê li dijî PKK’ê ye’ xeletiyeke mezine. Ji ber ku dewleta Tirk hertim li dijî Kurdan hemûyan e. Erka me weke pêşmergeyên dêrîn, divê em li dijî vê dagirkeriyê rawstin.”

Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Hejar Mergeyî jî li ser heman mijarê axivî û got: “Xweziya min bikariya ez ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd, li çiya mil bidim milê gerîla. Divê keç û xortên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî dagirkeriyê rawestin û tevlî nava refên gerîla bibin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.