Pêşmergeyên Dêrîn ên Germiyanê diyarkirin ew amade ne li dijî dagirkeriyê şer bikin. Her wiha bang li gel jî kirin li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bidin. 

Pêşmergeyê Dêrîn Edîb Hisên diyar kir ku cihê fikarê ye welatên serdest di beramberî vê destdirêjî û dîkdatoriya dewleta Tirk de kor bûne û got; “Ne tenê welatên serdest, hizbên navxwe jî bêdeng in, îro gerîla her çar parçên Kurdistanê diparêze, kar ji bo pêşxistin, azadî û welatekî pirreng û pirnetew dikin. Lê mixabin hizbên Herêma Kurdistanê di jêr tirsa welatên dagirker de ne ku ew jî rejima Îran û dewleta dagirker a Tirk e.”

Tirkan Başûr dagir kirine

Pêşmergeyê Dêrîn Aram Feqê Rehîm jî anî ziman ku ger gerîla di Qendîlê de nemîne, wê Qendîl were dagirkirin û tije çeteyên girêdayî dewleta Tirk bibin. Aram got, “Wê demê wê statûya Herêmê bikeve jêr metirsiyeke gelekî mezin, wê rewş wisan lê were ku desthilata Herêmê bi rêvebirina parêzgehek tenê jî razî bikin. Jixwe armanca Tirkiyeyê ev e, û ji bo vê yekê jî dixebite. Li aliyê din Hikûmet û Parlementoya Herêmê jî di jêr bandora Tirkiyeyê de ye, nikare ti helwestekî nîşan bide. Herêma Kurdistanê di warê bazirganî û siyasî de ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.”

Em amade ne

Pêşmergeyê Dêrîn Aram Feqê Rehîm banga helwestê li tevayî gelê Kurd kir û got: “Divê Kurd ji heft salî ta 70’ê salî li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest be. Ger helwest nebe, wê tiştek bi navê hikûmet û statûya Herêmê nemîne ku netewa Kurd şanaziyê pê bikin. Wek pêşmergeyekî dêrîn li gel hemû hevalên xwe amade me li ber her cûre dagirkeriyê rabim.”

ROJNEWS/GERMIYAN