Li dijî dagirkeriyê bû 40 roj in di hepsa PDK’ê de ye

Sêşem 30 Tebax 2022 - 22:42

  • Hêzên PDK’ê ev qederê 40 rojan e xwepêşanderekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di hepsê de digirin.

Hêzên PDK’ê ev qederê 40 rojan e xwepêşanderekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di hepsê de digirin. Ligel ku biryara dadgehê ya berdana wî heye jî ev xwepêşander nayê berdan.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker gundê Perexê yê Zaxoyê topbaran kiribû û di encamê de 9 geştiyarên Ereb qetil kiribûn û bi dehan geştiyar jî birîndar bûbûn.

Di 22’yê Tîrmeha 2022’yan de komek xwepêşander û welatî, li Hewlêrê xwestin komkujiya dewleta Tirk ya li Zaxoyê bi çalakiyekê şermezar bikin. Lê hêzên PDK’ê nehiştin çalakiya dijî komkujiyê were lidarxistin û 5 xwepêşander jî kirin nezaretê.

Xwepêşander Hogir Cefer Pîrbal jî hatibû destgîrkirin û ev bû qederê 40 rojan ku nayê berdan. Hevrêyê Hogir, Hevres Şiwan derbarê mijarê de axivî.

Hevres Şiwan got, ji ber ku Hogir Cefer Pîrbal û komek xwepêşanderên din li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn, li Hewlêrê ew kirin nezaretê. Şiwan da zanîn ku heta niha jî Hogir nehatiye berdan û got, “Hogir bi rêya peywendiyeke telefonê ji malbata xwe re gotiye, dadgehê biryara berdana wî daye. Lê hêzên asayîşê nahêlin were berdan.”

Şiwan di dewamê de got, “Hogir Pîrbal kesekî bêsûc e, kesekî nîştimanperwer û welatparêz e. Wek erkeke exlaqî û mirovî li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûna xwe anî ziman. Bêsedem ev bû qederê 40 rojan ku asayîşê ew kiriye nezaretê.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.