Xelkê bajarokê Qeladizê yê ser bi Raperînê, doh êvarê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Xelkê bang li her kesî kir da ku li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabe. 

Xelkê Qeladizê bal bire ser çalakiya şermezarkirinê ya li Silêmaniyeyê ya ku tê de 55 kes tê de kirin nezaretê û xwestin ku kesên hatine girtin, tavilê bên berdan.

Xelkê Qeladizê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwêst be û bêdeng nemîne.

RAPERÎN