Li dijî dagirkeran hemûyan şer kir

Çarşem 29 Adar 2023 - 00:11

  • PKK’ê ji bo yekî ji pêşengên Tevgera Azadiyê û tekoşîna gerîla şehîd Fazil Botan got, “Ew ê weke hevrêyekî welê bê bibîranîn ku her şaneya xwe tevlî rastiya Rêbertî, tekoşînê, şerê gerîla û PKK’ê kiriye.”

PKK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fazil Botan ê di nava Reveberiya Biryargeha Navendî ya HPG'ê de wezîfe kiriye, 15'ê Hezîrana 2022’yan li Ewrûpayê, gava ku dihat dermankirin, şehîd bûye. Şehîd Fazil Botan sala 1988'an tevlî nava Tevgera Azadiyê bûbû. Wî wekî din Konseya Fermandariyê ya HPG'ê, Fermandariya Qadê ya Qendîlê de jî wezîfe kir. Sala 2012'an li dijî çeteyan cihê xwe li eniya herî pêş girtibû. Sala 2015'an di encama qezayekê de birîndar bûbû, ji bo dermankirinê çûbû Ewropayê.

Komîteya Navendî ya PKK'ê ji ber şehadeta Fazil Botan peyamek weşand û got;

 

Fermandarekî bijarte bû

“Şehîdê mezin ê partiya me Fazil Botan, wê weke hevrêyekî welê bê bibîranîn ku piştî tevlî nava refên partiya me bû, her şaneya xwe tevlî nava rastiya Rêbertî, têkoşînê, şerê gerîla û partiya me kir. Weke fermandarê efsanewî yê berpirsyarî û wezîfeya mezin, meş û tevlîbûna mezin, di pêşvebirina artêşa gerîla de bi roleke mezin rabû. Ji dema ku tevlî nava partiya me bû û pê ve pêşketinên mezin afirand û hema bêje li her bihosta xaka Kurdsitanê gerîlatî kir, bi taktîkeke bêhempa ya gerîlatiyê derbên giran li dijmin xist. Bû yek ji fermandarên bijarte. Ji bo dawî li zext û koletiyê bîne, ku bi sedan sal in li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin, bi dil û can, bêrawestan têkoşiya. Bêguman a ku ew anî vê astê dilsoziya wî ya bi welêt re bû, berpirsyariya ji bo gelê xwe bû, dilxwaziya ji bo azadiyê bû û welatparêziya Botanê bû. Hişmendiya xwe ya welatparêziyê piştre bi îdeolojiya partiyê sitirand û xwe gihand asteke bilind a fermandariyê. Bi nav, çalakî, sekna xwe ya pratîkî, helwesta xwe ya exlaqî û polîtîk bû şoreşgerekî mînak, Apoyiyekî mînak, PKK'iyekî mînak û li nava hevrêyên xwe bû mînakek ji îrade û wêrekiya mezin.

Bû tirsa dilê artêşa Tirk

Hevrêyê me Fazil Botan li quntara çiyayê Cûdî yê Botanê, li nava eşîra Gête di sala 1968'an ji dayik bû, bû xwedî sekneke welê ku xwe bi Botanê re kir yek. Fermandarê bi heybet hevrê Fazil bi têkiliyên xwe yên civakî yên dewlemend, bêdawî, sade, pak, bi hişmendiya xwe ya welatparêziyê ya kûr, rêbaza partiyê ya mezin pejirand. Di sala 1988'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Li Cûdî li nava gerîla ku bi hesreta wê bû, 2 salan ma û weke xwediyê şer û têkoşîneke mezin bi berpirsyariyên mezin rabû. Di salên 1990'î de li Gabarê derbên giran li dijmin xist, di avakirina tabûrên bi tevger de ku bû tirsa dilê artêşa Tirk û di nava wê tabûrê de cih girt, fermandarî jî tabûran re kir. Di sala 1993'an de ji bo pratîka xwe ya leşkerî bi perwerdeya îdeolojîk û teorîk temam bike, derbasî qada Rêbertî bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de di kesayetiya xwe de guhertinên mezin kir, rastiya Rêbertî hîn baştir nas kir. Hevrê Fazil ku ji Rêbertî bi xwe perwerde dît, xwe hîn bêhtir tevlî partîbûn û milîtanbûnê kir. Pîvanên durust, pak û ji dil ên Botanê li vê derê bi asta pîdeolojîk xurt kir, bû xwedî jiyaneke mezin û ji nû ve berê xwe da çiyê, bi berpirsyariyeke hîn mezintir rabû û ji bo tola sedsalê hilîne li qada şer vegeriya. Di sala 1994'an de tevî hevrê Şehîd Sakîne Cansiz û Evîn Goyî li Bestayê fermandarî ji Tabûra bi Tevger re kir, derbên giran li dijmin xistin. Di sala 1997'an de ji nû ve çû qada Rêbertî. Vê carê tevlî perwerdeya îdeolojîk nebû, bi giranî beşdarî pêvajoya kûrbûnê bû. Piştî qada Rêbertî di sala 1998'an de li qadên Kato Jîrka û Şaxê fermandarî kir, hem di nava gerîla de hem jî li nava gel bû fermandarekî PKK'î yê tê naskirin û hezkirin. Di şer û çalakiyan de bû mînak. Di dema vekişînê de piştî ku demekê li Botanê ma, di salên 2000'î de li Qendîlê û Xakurkê bi erka fermandariyê rabû. Di pêvajoya Pêngava 1'ê Hezîranê de li Botanê fermandarî kir, li vê derê di asta stratejîk de wezîfe bi cih anî. Li dijî êrîşa dewleta Tirk a li ser Zapê, hevrê Fazil weke fermandarê eniyê tevlî şer bû. Li eniya Zapê bi taktîk û stratejiya şer di sala 2008'an de di serketina şerê 9 rojan de bi roleke bingehîn rabû ku hingî dagirkeriya dewleta Tirk hate têkbirin. Di avakirina stratejiya parastina rewa de, di bipêşvebirina taktîka dema nû de, di amadekirina tunelên şer de pêşengî kir. Di avakirin û parastina Herêmên Parastinê yên Medyayê de rola wî diyarker bû. Hevrêyê me Fazil ku şerekî mezin dikir, lewma zû bi pêş diket, cihê xwe di nava Rêveberiya Biryargeha Navendî û Konseya Fermandariyê ya HPG'ê de girt, piştre jî beşdarî wezîfeya li Fermandariya Qada Qendîlê bû. Di sala 2012'an de li dijî DAIŞ'ê ku êrişî şoreşa Rojava kir, cihê xwe li nava eniya şer girt. Di sala 2015'an de di dema pîrozbahiyên Newrozê de ji ber qezayekê bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê çû Ewrûpayê. Di 15'ê Hezîrana 2022’yan de tevlî karwanê şehîdan bû.

 

Em ê xwedî li armancên wî derkevin

Partiya me ku ji 21'ê Adarê roja çalakiya fedaî ya mezin a Hawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan û heta 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê gerîla yê mezin hevrê Mahsûm Korkmaz weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike, şehadeta fermandarê mezin û endamê Komîteya Navendî ya partiya me hevrê Fazil Botan radigihîne, di heman demê de soz didin ku em ê teqez xwedî li armancên wî derkevin. Em careke din dibêjin, sond rûmet e, em ê ti carî rûmetê binpê nekin. Li gorî soza xwe ku me gotibû, em ê bibin şûrê tolhildanê yê tûj ê Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz, hevrê Fazil û hemû şehîdên me yên din, em ê vê soza xwe bi cih bînin, em careke din vê sozê didin gelê xwe û gelên cîhanê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.