• Li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê, beşek ji şofêran li dijî buhabûna benzînê, xwepêşandan kir û xwest buhayê benzînê bê kêmkirin.

Li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê, beşek ji şofêran li dijî buhabûna benzînê, xwepêşandan kir û xwest buhayê benzînê bê kêmkirin.

Li deriyê ketina Kelarê, şofêran xwepêşandan kir û rêya di navbera Kelar û Silêmaniyê de li çûnûhatinê girt.

Şofêran got, ji ber bihabûna benzînê barê wan gelekî giran bûye û wan got, ew nikarin heqê benzîna xwe derxin. Şofêran xwest benzîn were erzankirin.

ROJNEWS/GERMIYAN