Li Dihokê 6 kesan jiyana xwe ji dest da
Çarşem 23 Mijdar 2022 - 00:58
Li Dihokê tankeke gazê teqiya û di encamê de 6 kes mirin û 32 kes jî birîndar bûn. Ji ber bûyerê li Dihokê ji bo du rojan şîn hate ragihandin.
Pêr bi şev li Taxa Girê Basê ya bajarê Dihokê tankeke gazê ya li ser avahiyeke xwendevanan teqiya. Di encama teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 32 kes jî birîndar bûn.
Di encama teqînê de, efserekî polêsan ê bi navê Elî Berwarî, polêsên bi navên Xefûr Omer û Kovan Mihemed Seîd, xwendevanê zanîngehê Nîhad Elî Seidullah, karmendê firinê Eyad Siûd Ehmed û Nêçîrvan Ebdulezîz jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber bûyerê li Dihokê du rojan şîn hate ragihandin.
17´ê Mijdarê jî li Silêmaniyê teqîna tankeke gazê kir ku 3 avahî hilweşîn. Di vê felaketê de 15 kesan canê xwe ji dest dabû û 12 kes jî birîndar bûbûb.
Herdu teqîn jî nîşan didin ku ji bo pîvanên ewlehiya tankên gazan ên li nava taxan sererastkirinên qanûnî lazim in. Hikûmeta Herêmê ka wê çi gavan biavêje, hîna nayê zanîn.
ROJNEWS/DIHOK