Li deryayê nexeniqandin li ser sînor kuştin

Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:33

  • 25´ê Hezîranê li ser sînorê Efrîka û Spanyayê bi hevkariya dewleta Fas û ya Spanyayê 37 penaber hatin kuştin.

25´ê Hezîranê li ser sînorê Efrîka û Spanyayê bi hevkariya dewleta Fas û ya Spanyayê 37 penaber hatin kuştin. Van penaberan tenê hewl dida li devereke ewle bi cih bibin û ew jî ji bo wan weke Ewrûpayê diyar bû. Herêma Melîlla ya li Bakurê Efrîkayê ya ku Spanyayê dagir kiriye û hawîrdorê Fas e, cihê vê komkujiyê bû. Her du dewletên li ser vê axê dejberiya hev dikin, ji bo komî kuştina penaberan hevkariya hev kir. 

Ji bakurê Fasê qederê 2 hezar penaberan hewl da biçin Melîllayê. Berpirsên komkujiyê hem polêsên Spanî û hem jî hêzên Fasê ne. Gelek komeleyên Fasê xwestin li ser mijarê lêpirsîn bê destpêkirin. Omar Najî ku li Komeleya Mafên Mirovan a Fasê ye, li ser dosyaya penaberan dixebite, û AFP´ê re dibêje, "Ev yek li Nador yan jî li Fasê ti carî neqewimî bû." Li gorî Najî 27 penaber mirine, lê tevî agahiyên bi nakok jî wiha xuya ye ku hejmara penaberên kuştî 37 e. 

Serokwezîrê qaşo Sosyalîst ê Spanyayê Pedro Sanchez li şûna xwe bide ber berpirsiyariyê, mafya gunehbar kir. Wî hewldana xwe gihandina ewlekariyê ya penaberan weke êrişke li dijî yekparebûna xaka Spanyayê bi nav kir. 

Dewleta Fasê jî penaber yekser gunehbar kirin. Li gorî wê, penaberan hevdu dehf daye û hev kuştine.   

Ji hikûmeta Spanyayê, endama partiya çep parlamentera Ewrûpayê Idoia Villanueava got, "Ji bo ronîkirina bûyerê û berpirsyaran divê lêpirsîn bê meşandin."

Lê hikûmeta wê eşkere li dijî vê xuya dike. 

Şaredarê Melîllayê, Edûardo de Castro jî diyar kir ku hewldana vê carê ya koçberan tund bûye û wî jî nerazîbûn nîşanî 'bersiva bêpîvan' a Fasê da û pê re jî para bêhtir a sedema kuştina penaberan xist stûyê rayedarên Fasê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.