Li Dêrikê çalakiya îmzekirina pirtûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 17 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şahiya îmzekirina 6 pirtûkan li Xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şahiya îmzekirina 6 pirtûkan li Xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, wêjevan û nivîskar di şahiyê de amade bûn.

Pirtûkên ku hatin îmzekirin; “Tarîxa Qamişlo” ya nivîskar Konê Reş, “Qesaid Menzûra Lil-Rîh” a nivîskar Ebdulmecîd Qasim, “Sir El-Beqa” ya nivîskar Omer Ferso, “Fî Îrtîtam El-Cîhat” a nivîskar Mihemed Baqî Mihemed, “Tîpên Qûmê” ya nivîskar Luqman Ebdurehman, “Danên Bi Çêja Peyva Destpêkê” ya nivîskar Kemal Necim.

Di şahiyê de endamê HRRK'ê Ehmed Huseynî got, “Armanc ji çalakiyê ew e ku şeş pirtûkên bi Kurdî û Erebî ji bo xwîneran werin pêşkêşkirin û pirtûkên bi zimanên herêmê yên cuda werin peydakirin.”

Ehmed Huseynî got, pirtûkên ku hatin îmzekirin şeş in, çar jê bi Erebî û du jî Kurdî ne, ku hemî jî ji aliyê HRRK'ê ve hatine çapkirin.

Di dawiya şahiyê de pirtûk diyarî beşdaran hatin kirin.

ANHA/DÊRIK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.