Pêr bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha (Musil) Nînovayê, li saloneke dawetê de şewat derket. Tê gotin herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî medya Iraqê pêr bi şev li qezaya Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Nînova ya Iraqê, li salonek dawetê şewat derketiye. Li gorî çavkaniyê dawet ya malbateke Xiristiyan bû. Tê gotin piştî şewat derketî, li hola dawetê îzdihamek mezin çêbûye.
Di encama şewat û îzdihamê de jin û zarok jî di nav de, 114 kes mirine û bi sedan kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan birîna gelek ji birîndaran giran e. Tê gotin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir be. Derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN