- Li mîtînga Colemergê dijî dagirkeriya Qeyûm nûnerên partiyên siyasî, sendîkayan, sazî û dezgehan dijî qeyûm peyama ‘têkoşîna hevpar’ dan û gotin li dijî mêtingeriyê qeyûm çare geş û gurkirina berxwedanê ye û divê her kes destekê bide berxwedana Kurdan.
Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi dirûşma "Şaredarî ya gel e, em destûrê nadin desteserkirinê" li Colemergê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, li qada otogara otobusan a li taxa Tekserê hate lidarxistin.
Hevserokê DEM Partiyê yê bajêr Kadîr Şahîn ku li mîtîngê axivî, , “Ev biryar ne li avahiya edliyeyê, li Navenda Giştî ya AKP’ê hat dayîn. Waliyê ku wek qeyûm hat tayînkirin dê li vî bajarî bibe deqek reş.’’
Kurdan qeyûm bêbandor kiriye
Piştî Şahîn Endama MYK’ê ya Halkevlerî Sevînç Hocaogûllari aixivî. Hocaogullari got “Gelê Kurd polîtîkaya qeyûmê bêbandor kiriye. Divê hemû gelê me ji bo berfirehkirina têkoşîna li dijî qeyûman bên cem hev. Ji vîna gelê me ditirsin û baş dizanin ku gelê me wê desthilatdariya wan a qirêj hilweşîne. ‘’
Tekîn: Divê em li ber xwe bidin
Nûnerê EMEP'ê yê Herêmê Ergîn Tekîn jî got,’’Kurd li ku derê hilbijartinan bikin û daxwaza wekheviyê bikin, li dijî wan derdikevin. Çi bikin bila bikin, ew ê têk biçin, dê dîsa têk biçin. Çavkaniya pirsgirêka ewlehiya vî welatî polîtîkayên AKP'ê ne. Yekane tişta ku divê em bikin berxwedan e.”
Qeyûm mecbûrî têkçûnê ye
Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Şoreşger Enes Ûgûrtekîn jî got, “Bi tayînkirina qeyûm re bila AKP biçe li cihekî din çîrokên xwe yên nermbûnê bêje. Ev polîtîkaya qeyûmê li pêşberî têkoşîna gel mehkûmî wendakirinê ye."
Em ê wê gomî dîrokê bikin
Endamê Lijneya Rêvebiriya Navendî ya Partiya Karkerên Tirkiyê Firat Çoban jî got, “Di bin siya çek û qeyûman de nermbûn çênabe, dê têkoşîn hebe. Hewl didin bi tundiyê gelê me bitepisînin. Em ê nehêlin ku hûn li Colemêrgê binivîsînin, em ê we di dîrokê de veşêrin.’’
Têkoşîna Kurdan berbelav bûye
Endama MYK’ê ya Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Evrîm Konak got, “Ev sed sal in hewl tê dayîn ku mafê jiyanê ji gelê Kurd bê standin. Lê têkoşîna gelê Kurd ji sînoran derket û li cîhanê belav bû. Îro jî bi rêya qeyûman hewl didin vîna gelê Kurd têk bikin. ‘’
Parastina vîna Kurdan erka me ye
Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen jî ev tişt got: “Li vir qanûn nîne. Çawa ku me li ber xwe da û bi ser ket, em ê dîsa werin cem hev û bi ser bikevin. Em ê teqez komara demokratîk û destûra bingehîn bînin vî welatî. Li hemberî van parastina vîna gelê Kurd a li hemberî karmendên mêtinger ên fermî erka her kesî ye.”
Bi yekîtiya têkoşînê em ê bersivê bidin
Berdevka Partiya Sosyalîst Sosyalîst (SODAP) û parlamentera DEM Partiyê Kezîban Konûkçû wiha axivî: “Gelê Kurd dersa têkoşînê dide her kesî. Kurd moralê didin hemû Tirkiyeyê û hêviyên xwe zindî dikin. Vîna gelê Kurd û nanê kedkaran sedema me ya têkoşînê ye. Em ê bi yekitiya têkoşînê hesabê bi van diz û wêrankeran bipirsin.”
Em ê bi teqezî bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî got,’’ Niha ne em gelê me li her qadê têkoşîna xwe zêde dike. Tu kes nikare me bisekinîne. Îro li çar aliyê cîhanê bi mîlyonan rêhevalên me hene. Em ê hemû bajarên xwe biparêzin. Em ê teqez bi ser bikevin."
Colemerg ya me ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di dawiya mîtîngê de axivî.
Tûncer Bakirhan spasiya her kesên ku li dijî desteserkirina vînê hatin bajêr kir. Bakirhan diyar kir ku di rojên pêş de li dijî polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê wê li Tirkiyeyê û bi taybetî li Kurdistanê têkoşîneke mezintir û xurttir bimeşînin.
Bakirhan bi bîr xist ku Colemêrg bajarê jin, ciwan, kedkar û kurdan e û wiha got: “Colemêrg a me ye, em in, Colemêrg a me ye. Em Colemêrg in. Hebe hebe ew dagirker in. Erdogan dibêje, ‘Em li gorî hiqûqê tevdigerin’. Li Kurdistanê qanûnê li dijî kurdan pêk tînin. Lê ew qanûn zagona dijminatiyê ye. Ji bo ev qanûna dijminatiyê ya li vê erdnîgariyê bi dawî bibe em ê têbikoşin.”
ANF