Li Cizîrê gund hatine dorpêçkirin
Duşem 27 Adar 2023 - 15:17
6 gundên Cizîrê 10 roj in di bin dorpêça leşkeran de ne. Gundiyên ku ji ber leşkeran bi rehetî nikarin derkevin derve û dema derdikevin jî leşker nasnameyên wan kontrol dike.
Li Herêma Besta, çiyayên Cudî û Gabar tevgerên leşkerî ku hatine destpêkirin didomin. Tevgerên ku hatine destpêkirin gihiştin gundên Cizîrê jî. Li gundê Cinibrê, Nehribê, Biyakopkê, Batilê, Sirsirkê û Gozik yê girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê 10 roj in di bin dorpêça leşkeran de ne. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama îxbarekî de 10 roj in 6 gund di bin dorpêçê de ne. Di her ketin û derketina gundan de leşker hatine bicihkirin û dema xelk ji gundan derdikeve û tên gund nasnameya wan tên kontrolkirin. Li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine girtin, tê gotin ku wê heta demeke din gund di bin dorpêçê de bin.
Gefê li xelkê dixwin
Kesekî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku şêniyên gundan danê êvarê nikarin derkevin derve û got; “Em her roj di kontrola wan de derbas dibin. Ji ber ku meha Remezanê ye, gel neçare û rewşeke zehmet de ye. Mirov ditirsin û di tengasiyê de ne. Di van 10 rojan de bi ser gelek malan de girtin û lêgerîn hatin kirin. Gefê li xelkê dixwin. Di dema serdegirtinê de derî û paceyên gelek malan şikandin. Gund di nava metirsiyekî de ne. Leşker dibêjin bi fermana rayedaran ew ê demeke din jî li vir bin.”
MA/ŞIRNEX