Divê em dagirkeriyê nehêlin

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 02:45

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê berdewam e. Seydayên olî dibêjin ku ev yek binpêkirin e û têkildarî vê rewşê helwest û nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:“Divê em hemû li dijî vê dagirkeriya dijmin rawestin.”

Seydayê olî Mela Nadir Elî li ser berdewambûna van êrişan ji ANF’ê re axivî û got:“Li gorî şerîeta Îslamê, ev dagirkerî tecawiz e û gelê Kurd micahid e û divê ev bêedaletî neyê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji berê ve dixwaze gelê Kurd ji holê rake û her tim êriş kiriye. Em nabêjin bi xwînrijandinê bila bê çareserkirin, divê em xwepêşandan û rêyên sivîl û gilîkirina li dadgehên navneteweyî ji xwe re bikin rêyek ji bo têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê. Tiştê ku ew dikin, wisa dike ku nimêja wan rast nebe û wek Misilman jî nayên hesibandin. Bila kes nebêje agir gur e, ji min dûr e. Eger em vî agirî venemirînin, em ê hemû pê bişewitin û divê em hemû helwesta xwe nîşan bidin û nehêlin ku tu aliyekî siyasî bibe hevkar û destikê van êrişan.”

Mela Osman Nursî jî wiha got:“Bi baweriya min em tenê bi rêya şermezarkirinê nikarin li dijî van êrişan rawestin, ev beşek e ji têkoşînê. Pêwîst e em hemû civak bi rêyên curbicur li dijî dijminê ku dixwaze axa me dagir bike, têbikoşin. Divê seydayên olî bi zimanê olê li dijî dijmin têbikoşin, ji ber ku ola Îslamê bi tu awayî destûrê nade vê dagirkeriyê û di tu cihekî olê de rê ji bo van tevgeran tune ye. Her wiha divê em wek beşek ji Iraqê û hikûmeta navendî, daxwaza helwestê ji wan jî bikin û divê em destûr nedin ku ev dagirkerî bidome.”

ANF/DÎDAR ŞEHLA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.