Li Girê Spî 83 kes hatine kuştin

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:29

Li Girê Spî di 5 salên dagirkirinê de 75 kes hatin kuştin û 8 kes jî hatine bidarvekirin. Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan li bajarê Girê Spî ji Cotmeha 2019’an ve 203 kes hatine revandin. Navendê da zanîn ku di nav wan de 7 jin û 12 zarok hene û ji wan çaresenûsa 89 kesan hîna nediyar e û 26 kes jî sewqî Tirkiyeyê hatine kirin û li wir girtî ne. Navendê bi bîr xist ku di êrişan de û piştî êrişan 75 kes hatine kuştin û zêdetirî 219 kes jî birîndar bûne. Ji wan 17 kes astengdar bûne.

Her wiha 8 şêniyên ku ji warên xwe derneketine yan jî piştî dagirkirinê vegeriyane malên xwe, hatine bidarvekirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ji sedî 14’ê niştecihên Girê Spî piştî dagirkirinê, vegeriyane warên xwe û ji aliyê çeteyan ve hatine tengav kirin û gelek ji wan hatine revandin tevî ku piraniya wan temenmezin in. Dagirkeran zêdetirî 5 hezar û 171 mal û hezar û 180 dikan desteser kirine û li 64 gundî xelkê ji warên wan derxistine. Dest danîne ser zêdetirî milyonek û nîv milyon donim zevî.

Li gorî agahiyên ku navendê parve kirine, hezar û 849 malbatên ji herêmên din ên Sûriyeyê li malên xelkê bajarê Girê Spî yên koçber bûne, hatine bicihkirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 12 kargeh desteser kirine û amûrên tê de dizîne û li Tirkiyeyê firotine. Navendê anî ziman ku leşkerên Tirk li ser sînorên gundewarê Girê Spî 14 Sûriyeyî qetil kirine û 77 kes jî birîndar kirine. Di nava kuştiyan de zarokek heye û piraniya wan cotkar in û zeviyên wan li ser sînor in.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.