Dagirker zeytûnan didizin

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:15

Biyaniyên ku li şûna xwecihên Efrînê hatine bicihkirin berhema 80 darên zeytûnan dizîn. Çavkaniyên ji navçeya Şiyê ya girêdayî Efrîna dagirkirî ragihandin ku komeke şivan û biyaniyên li herêmê hatine bicihkirin berhema 80 darên zeytûnan ên li gundê Çeqela Ortê yê girêdayî navçeyê dizîne.

Li gorî agahiyan, darên ku berhema wan hatiye dizîn ên van welatiyan in: 15 darên welatiyê bi navê Xelîl Reşîd, 50 darên Îmad Reşîd Hemo û 15 darên Elî Betal Mistefa.

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û biyaniyên li Efrînê hatine bicihkirin, ji dema dagirkirina bajêr ve, siyasetên revandin, dizîn û talankirinê li dijî xwecihên herêmê didin meşandin. Bi vê siyasetê hewil didin ên mayî jî koçber bikin û kesên din li şûna wan bi cih bikin.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.