Li çiyayên Rojhilat 8'ê Adarê 

Çarşem 10 Adar 2021 - 01:38

Gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê û gel bi hev re li çiyayên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. 

Di pîrozbahiyê de li ser navê Komalgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwane Sine axivî. Sine di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li jinan hemûyan pîroz kir û got; “Em 8’ê Adarê di serî de li mîmarê azadiyê Rêber Apo, li jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û li jinên ku di zindanan de bûne sembola berxwedanê, pîroz dikin.”

Di pîrozbahiyê de şanoya bi navê ‘Mehkemeya Dîrokî’ ku ji aliyê gerîlayên jin hatibû amade kirin, hate pêşkêşkirin. Her wiha gerîlayên jin dansa Xwedewanda Anahîta jî pêşkêş kirin. Koma Kevana Zêrîn a Rojhilatê Kurdistanê bi stranên xwe coşeke mezin da pîrozbahiyê û bi koma govendê re coşa şahiyê zêdetir bû.

ANF/ŞAHO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.