• Demhat Efrîn. Gerîla Demhat kêm bi Kurdî zane.

LALEŞ RÊNAS
ANF/BEHDÎNAN

Navê li xwe kiriye bi Kurdî ye, paşnavê xwe jî kiriye bajarekî Kurdistanê. Bajarê Efrînê ku şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê HRE her roj hewl didin ji nû ve rizgar bikin. Demhat Efrîn. Gerîla Demhat kêm bi Kurdî zane. Dema ku min jê re got, "Eger dixwazî bi Erebî biaxive" ev bersiv da: "Ji bo bîranîna hevalên Şehîd Goran û Şehîd Rustem ez ê bi Kurdî biaxivim û xwe hîn dilaram hîs dikim."
Gerîlayê ciwan Demhat şer dikir; ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya gelên Kurdistanê, ji bo zarokên ku niha li kolanan dilîzin, ji bo jinên ku her roj tên kuştin, ji bo gelê Tirk ku niha di xewna xefletê de ye, ji bo dawî li polîtîkayên darvekirinê yên li Îranê bên anîn, ji bo cerdevanên dane pêşiya cerdevanan li rêya rast vegerin.
Serpêhatiyeke ciwantiyê, ruhê ciwantiyê, çend agahiyên li ser gerîla, hezkirina ji xakê, dilxwaziya azadiyê, baweriya bi afirandina bedewiyê, hêrsa li dijî zaliman, lêgerînerî û bêguman eşq...
Ev têrê dike ku mirov di oxirê de şer bike. Ji bo ciwanek tuf li rûyê dagirkeran bike, ev têrê dike...