- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze PKK'ê tasfiye bike û PDK jî bûye hevparê vî pîlanî. Hozat got, "Divê pêşmerge ne li cem leşkerên Tirk, lê li cem gerîla cih bigirin."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV û li ser bûyerên di rojevê de axivî.
Besê Hozat di nava axaftina xwe de daxuyaniya Konseya Rêveber a KCKʼê di 23'yê Tebaxê de dayî bi bîr xist û got, “Me di wê daxuyaniyê de gotibû ‘PDK bûye parçeyeke ji siyaseta tasfiyekirina PKK'ê û qirkirina gelê Kurd, di destê dewleta Tirk de bûye amûrek.ʼ PDKʼê heta niha bersiva me nedaye. Heke PDK bersivê nede wê çaxê PDK daxuyaniya me qebûl dike. Dibêje, KCK rast dibêje, ez di nav planên dewleta Tirk de cih digirim, ez ji bo tasfiyekirina PKK'ê bi rolekê radibim, rola min jî, li gel dewleta Tirk tasfiyekirina PKK'ê ye, ez vê erkê pêk tînim.
Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike
Pîlanek danîne bi dewleta Tirk re, dixwazin di vê demê de, di vê konjonkturê de PKK'ê tasfiye bikin, ji holê rakin, li ber qirkirinê PKK asteng e, dixwazin vê astengê ji holê rakin, qira gelê Kurd bînin, destketiyên gelê Kurd hemûyan ji holê rakin. Li Rojava, li Efrînê me ev dît. Serêkaniyê, Girê Spî li ber çavan e, Başûr li ber çavan e. Li başûr 500 gund vala bûne. Li bakur siyaseta qirkirinê bi dehan salan e, didomîne. Niha hinek rayedarên PDK'ê dibêjin, bila PKK çek berde biçe li Tirkiyê siyasetê bike. Bêwijdan, bi wan re piçekî exlaq hebe, piçekî nirxê welatparêziyê hebe, rewşa Bakur li ber çavan e. Li Bakur dewleta Tirk siyaseteke qirkirinê, ya siyasî, aborî, çandî, ziman, leşkerî dimeşîne. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd di zindananê de ne.”
Ev ne şerê birakujiyê ye
Li ser pirsa ‘heye ku şerekî birakujiyê bibeʼ Besê got, “Ev ne birakujî ye. Birakujî çi ye, du bira hene, dijmin dixwaze di navbera van birayan de dijminatiyê çêke, wan bi hev bide şerkirin; çêdike jî, wê demê mirov dikare bibêje ev şerekî birakujiyê ye. Wekî mînak şerê PDK û YNK’ê şerekî birakujiyê bû, rastî jî hevdu kuştin. Ji PDK’ê jî ji YNK’ê jî gelek kes hatin kuştin. Vê rewşa PDK û PKK’ê mirov nikare wisa nav lê bike. PDK´ê li kêleka dewleta Tirk cih girtiye. Dewleta Tirk dixwaze PKK’ê tasfiye bike. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Niha hêzeke ku ligel dewleta Tirk a dagirker cih girtiye. Hêzek rahêle çekê biçe ba artêşa Tirk şer bike, dixwaze te îmha bike, tu dikarî ji vê hêzê re bibêjî bira? Ma tu dikarî ji leşkerên Tirk re bibêjî bira? Ev nabe.
Divê pêşmerge li cem gerîla be
Dewleta Tirk dixwaze di navbera pêşmerge û gerîlayan de şer çêke. Sibe dusibe pêşmerge li hemberî gerîla şer kir, li kêleka leşkeran. Ev şer nabe şerê birakujiyê. Ev dibe şerê PKK’ê yê li dijî dijmin. Ji ber ku vê hêzê li kêleka dijmin cih girtiye. Refê xwe diyar kiriye. Heke ji xwe re dibêje ez Kurd im, li dijî qirkirin û îmhakirina hêzeke Kurd, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk divê ligel PKK’ê cih bigire. Divê pêşmerge ne li kêleka dewleta Tirk, li kêleka gerîla cih bigire. Me çend cara bang kir, ez niha jî bang dikim. Jixwe di warê îstîxbarat, siyasî û lojîstîk de PDK’ê gelek alîkarî da dewleta Tirk. Dewleta Tirk a niha jî dixwaze eşkere pêşmergeyan jî bigire ba xwe û PKK’ê tasfiye bike. Dewleta Tirk bi vî tiştî wê Başûrê Kurdistanê hemûyî dagir bike, tevlî nav axa Tirkiyeyê bike. Em bang li PDK’ê dikin têkiliya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker, qirker, mêtinger re bi dawî bike. Heke wê têkiliyeke te pêk were, divê ji bo berjewendiyên gelê Kurd be. Divê li ser esasê berjewendiyên gelê Kurd be, ne li ser esasê dijminatiya gelê Kurd be.
BEHDÎNAN