Kurd bi giştî şerê Kurd û Kurd naxwazin. Deng û awazê Kurdan hunermend jî bi heman daxwazê dengê xwe bilind dikin. Hunermend ji PDK'ê dixwazin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr bibe xwedî helwêst û ji bo yekitiya neteweyî gavan biavêje û gotin: “Divê ti hêza Kurd li rex dagirkeran cih negire."
Hunermendên Kurd Hozan Şemdîn, Hozan Comerd û Nûarîn êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwêsta PDK'ê ya li hember êrişan nirxandin.
Hozan Şemdîn diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke hesas û girîng re derbas dibe û got: "Birêz Murat Karayilan diyar kir ku ew naxwaze Kurd şerê hev bikin. Rewşa şer dê zerarê bide tevahiya gelê Kurd. Gerîla ev zêdetirî 49 roj e li dijî tank, top, teknolojî û artêşa duyemîn a NATO'yê şer dike. Dewleta Tirk nikare gavekê jî bi pêş ve biçe. Birêz Karayilan bang li partî, demokrat, rewşenbîr û hunermendên herêmê bi taybetî PDK'ê kir. Heman daxuyanî ji Mesûd Barzanî hat ku gotibû heta ew sax be dê destûrê nede şerekî di navbera Kurdan de. Em wek rewşenbîr û hunermendên vî gelê hêvî dikin ku Mesûd Barzanî li pişt vê gotinê raweste û pêşmerge ji qadên gerîla vekişîne." Şemdîn da zanîn ku di rojeva wan çalakiya mertalên zindî û hevdîtin bi partiyan re heye.
Hunermend Hozan Comerd jî ji bo pêşî li şer bê girtin banga ji bo rewşenbîr û hunermendan dubare kir û got: “Wek rewşenbîr, di serî de divê em li dijî êrişên dagirkeriyê yên gelê Kurd bi ruhê seferberiyê li ber xwe bidin. Divê em PDK'ê îqna bikin ku nebe parçeyek ji vî şerî.”
Hunermend Nûarîn jî got: "Banga min li PDK, YNK û tevahî saziyên li Başûr e. Hêza ku di vê pêvajoyê de alîkariya dijmin kir, xiyanetê li destkeftiyên gelê Kurd dike. Her beşekî Kurdistanê ji bo me tevan e. Di navbera me de tu ferq tune ye. Gelê Kurd yek e. Em qebûl nakin ku dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê ew çend bi serbestî bilive."
NAVENDA NÛÇEYAN