Li Bûrsayê depoyek hat şewitandin
Yekşem 4 Cotmeh 2020 - 16:01
- Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Bûrsayê depoyeke lastîkan, li Îzmîrê jî 2 wesayit şewitandine.
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Bûrsayê depoyeke lastîkan, li Îzmîrê jî 2 wesayit şewitandine.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Însiyatîfa Zarokên Agir, roja 2'ê Cotmehê li Bûrsayê depoyeke lastîkan hatiye şewitandin û xisareke mezin a madî lê bûye.
Heman rojê li Îzmîrê 2 wesayit hatin şewitandin.
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Savaş Amed, Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Baran Dersim jî ji bo salvegera 9ʼê Cotmehê Komploya Navnetewî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd weke roja 'hesabpirsînê' destnîşan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN