Rayedarên hikûmeta Brezîlyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr êvarî de li herêma Îtapeva ya eyaleta Mînas Geraîs a dikeve başûrê rojhilatê welat, balefirek biçûk ji ber pirsgirêkekê ketiye xwarê. Hate diyarkirin ku di encama qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û li ser buyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN