Hewldana darbeyê hat pûçkirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 10 Çile 2023 - 01:23

  • Rayedarên Brezîlyayê dan zanîn ku bi hezaran kesî bi ser avahiyên hikûmetê de girtiye û wan herî kêm 200 alîgirên Bolsonaro kirine nezaretê.

Li Brezîlyayê, alîgirên serokdewletê berê yê nijadperest Jair Bolsonaro, bi ser avahiya Dadgeha Bilind, Kongre û Qesra Serokatiyê de girt. Bûyer yekşemê çêbû û bi destwerdana hêzên asayîşê yên dewleta Brezîlyayê hewldana darbeyê hat pûçkirin. 

Rayedarên Brezîlyayê dan zanîn ku bi hezaran kesî bi ser avahiyên hikûmetê de girtiye û wan herî kêm 200 alîgirên Bolsonaro kirine nezaretê.

Di dîmenan de xuya dike ku alîgirên Bolsonaro avahiyên hikûmetê texrîb dikin, hildikişin serê banên avahiyan. Piştî pûçkirina hewldana dagirkirina van avahiyan, avahî texrîbbûyî li paş man.

Rayedaran da zanîn ku ew ê ji sûcdaran bi rêya hiqûqê hesab bipirsin, ji bo vê jî delîlan berhev dikin. 

Wezîrê edaletê yê welêt, Flavio Dino wekî din da zanîn ku ew ê hewl bidin tesbît bikin ka kê heqê otobosan daye, yên ku pê bi hezaran êrişkar veguhestine paytexta welêt Brasiliayê. 

Alîgirên Bolsonaro dixwazin ew li desthilatê vegerin û bang li artêşê jî kirin da ku darbeyê li dijî serokdewletê nû hilbijartî Luiz Inacio Lula da Silva darbeyê bike. Lula Da Silva hîna nû hefteya bihurî sûnd xwaribû û fermî dest bi wezîfeyê kiribû. 

Beriya da Lula dest bi wezîfeyê bike, Bolsonaro ji welêt reviyabû û li bajarê Orlando yê Florîda ya DYE´yê bi cih bûbû.

 

Dinyayê destek da Lula

Serokê DYE´yê Joe Biden û şêwirmendê wî Jake Sullivan, êriş rûreş kir. Çileyê 2021´ê avahiya Kongreya DYE´yê rastî êrişeke bi heman rengî hatibû û armanca wan ew bû ku Trump li desthilatê vegerînin. Welatên cîran ên weke Meksîkayê jî ev êriş weke hewldana darbeya eşkere bi nav kirin. 

Gelek dewletan û rêxistinên mafê mirovan bang li rayedarên Brezîlî kir da ku ne tenê li dijî êrişkarên şidet bi kar anî, lê li dijî organîzatorên êrişa li dijî demokrasiya Brezîlyayê jî lêkolîn û lêpirsînên bi tesîr bike.

BRASILIA 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.