Lula da Silva bû serokkomar

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 1 Mijdar 2022 - 01:27

  • Lula ji sedî 50,90, Bolsonaro jî ji sedî 49,10 deng stend.

Li Brezîlyayê di hilbijartinên serokkomariyê de ku roja Yekşemê pêk hat, namzetê çep Luiz Inacio Lula da Silva bi ser ket. Lula da Silva di navbera salên 2003 û 2010’an de jî serokkomartî kiribû.

Li gorî encamên fermî, Lula ji sedî 50,90, Bolsonaro jî ji sedî 49,10 deng stendiye. Lula ji hevrikê xwe yê rastgir zêdetirî 2 milyon dengan bi dest xist. Lê ev hilbijartin ji sala 1985’an vir ve ji dema ku welat vegeriya demokrasiye heya niha, ya herî teng û dijwar bû.

Lula di 1’ê Çileyê de wê dest bi wezîfeyê xwe bike û dikeve 77 saliyê xwe. Ew di dîroka Brezîlyayê de wê bibe serokkomarê herî pîr. Lula diyar kir ku heta niha 6 caran bûye namzetê serokkomariyê û got ku ev cara dawî ye.

Lula got, "Êdî ez dixwazim dengê xwe bidim kesên din." Lula ku serokê berê yê kedkar û sendîkayê ye, şopa xwe li nîv sedsala dîroka Brezîlyayê da. Ew ji ber gendeliyê hat mehkûmkirin, lê piştî sê salan vegeriya ser wezîfeyê xwe a serokkomariyê.

BREZÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.