Li Brezilyayê bobelata sirûştê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:11

Li Brezîlyayê, di karesata lehiyê de ya ku ev çend roj in li başûrê welêt diqewime  herî kêm 55 kes mirin û nêzî 70 hezar kes jî neçar man malê xwe biterikînin.

Li gorî rayedaran 69 hezar û 200 kes bêgav manku  malên xwe berdin. Berê rayedarên parastina sivîl ragihand ku 57 kes mirin, lê şeva Şemiyê hat gotin ku hejmara kesên ji ber şert û mercên xirab ên hewayî jiyana xwe ji dest dane, 55 e.

Rayedaran diyar kir ku 7 mirinên din tên “lêkolînkirin”. Ji ber lehiyê 74 kes winda bûn û 107 kes jî birîndar bûn.

Waliyê eyaletê Edûardo Leîte ragihand ku rewşeke “dramatîk” û “mînaka wê nehatî dîtin” diqewime.

Li Rîo Grande do Soûlê nêzî 320 cihên niştecihiyê ji vê rewşê bandor bûn û milyonek mal bêav man. Piraniya van civakan ji ber lehî û hezînên erdê, bi qutbûna peywendî û rêyan îzole bûne. Rayedaran talîmat da ku hin herêmên metropola Porto Algre ya xwedî 1,4 milyon nifûsê, were valakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.