Ji ber bahozê 3 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 28 Îlon 2024 - 00:55

Rayedarên xwecihî yên DYE'yî ragihandin ku Bahoza Helene li eyaleta Georgiayê bû sedema mirina 2 kesan. Li Floridayê jî kesekî jiyana xwe ji dest da. Waliyê Geogiayê Brian Kemp daxuyaniyek da û diyar kir ku li navenda eyaletê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Waliyê Floridayê Ron DeSantis jî diyar kir ku li bajarê peravê Tampayê kesek dema ku wesayit diajot jiyana xwe ji dest da. Servîsa Rewşa Hewayê ya Neteweyî diyar kir ku herêma li ser rêya bahozê ye, dibe ku bi lehiyeke mezin a ku zêdeyî sed sal e nehatiye dîtin, rû bi rû bimîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.