Lehiya Endonezya: 12 mirî

Nûçeyên Cîhan

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:24

Li Endonezyayê  lehî rabû û her wiha ji Çiyayê Marapiyê alava cemidî herikî. Di encama bobelata sirûştî de bi kêmanî 12 kes mirin.

Servîsên lezgîn roja Yekşemê daxuyanî dan û diyar kirin ku piştî lehî û herikîna lava cemidî ya li rojavayê Endonezyayê, çendek zarok jî di nav de herî kêm 12 kes mirin û 4 kes jî winda ne.

Rêxistina lêgerîn û rizgarkirinê ragihand ku ev bûyer roja Şemiyê li gorî dema herêmî di derdora saet 22.30’an de li herêmên Agam û Tanah Datar ên li rojavayê Sûmatrayê qewimî. Serokê teşkîlata rizgarkirinê ya bi navê Basarnas, Abdûl Malîk, wiha got: “Li herêma Agam 12 kes mirin û hîna li 4 kesên din tên gerîn.”

Hat ragihandin ku nasnameya 9 cenazeyan hat diyarkirin ku zarokên di temenê 3 û 8 salî jî nav de ne. Abdûl Malîk got: “Em ê îro li navçeyê lêgerînê dewam bikin.”

Rêxistina Basarnas diyar kir ku baranên tund ên ku roja Şemiyê li herêmê qasî bi saetan bariya, bû sedema lehiyên ji nişka ve û ji Çiyayê Marapi ya li eyaleta Sûmatrayê, lavên cemidî biherikin.

Lava cemidî magmayek e ku ji madeyên cur be cur ên mîna xwelî, axa hûr û keviran çêdibe. Bi bandora baranê re dibe evane tevilhev bibin û heta kraterê biherik. Li Endonezyayê di werza barînê de, hezînên erdê û lehî çêdibin. Di meha Adarê de ji ber hezîna erdê û lehiya ku li girava Sûmatrayê çêbûyî, herî kêm 26 kes mirî hatibûn dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.