Lehî rabû 36 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Duşem 20 Sibat 2023 - 17:07

Li eyaleta Sau Paulo ya li başûrê Brezîlyayê, ji ber bahoza dijwar bi dehan kes mirin.

Piştî heziyana erdê û rabûna lehiyan a dawiya hefteyê, felaketeke nû li Brezîlyayê çêbû.

Şaredarê Sao Sebastiao ya 200 km dûrî Sau Paulo, Felipe Augusto diyar kir ku li vî bajarî heta niha 35 kes mirine.

Wekî din hat ragihandin ku li bakur jî, li bajarê peravê, Ubatubayê keçeke zarok miriye.

Serokê Parastina Sivîl a Sao Pauloyê, Henguel Perreira ji medyaya Brezîlyayê re got, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Li bajarê Sao Sebastiaoyê qederê 50 xaniyan di bin avê de man, hat ragihandin ku hê jî mirov di bin heriyê de ne.

Li Brezîlyayê ku ji ber germahiya kurewî bandorên giran lê di bin, felaketên xwezayî zêde bûne. Li Petropolîsa eyaleta Rio de Janeiroyê ji ber barana zêde sala 2022’yan zêdetirî 230 kesan mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.