Li Mont Blancê aşût ket

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:35

Li çiyayê herî mezin yê Ewrûpayê Mont Blanc aşût hat xwarê û 4 kes di bin aşûtê de jiyana xwe ji dest dan. Du kesên ku di bin aşûtê de mane jî hîna zelal nebûye ku ew mirine an jî sax in. Çiyayê Mont Blanc li Alpên Fransayê ango di navbera Fransa û Îtalyayê de dimîne.

Walîtiya herêmê da zanîn ku Météo France di derbarê aşûtê de xelkên herêmê agahdar nekiriye. Météo France li Fransayê saziya meteoroliyê ye. Şaredarê Contamines-Montjoie François Barbier ji ajansa AFP’ê re axivî û got; “Aşûta herî mezin û talûke ya îsal bû ev aşûta li çiyayê Mont Blanc.” Di sala 2014’an de jî dîsa li heman herêmê aşût hatibû xwarê û du çiyagerên 20 salî di bin aşûtê de mabûn.

Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron jî li ser hesabê xwe yê tiwwîterê aşûtê parve kir û got ku lêgerîna kesên ku di bin aşûtê de mane dewam dike.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.