Li Botanê dijmin gêj bû

Pêncşem 8 Tîrmeh 2021 - 01:15

  • Gerîlayên Kurdistanê di çalakiyên xwe yên çend rojan de herî kêm 17 dagirker kuştin. Li Botanê gerîlayan 13 dagirker kuştin. Di parastina Başûr de jî gerîlayan herî kêm 4 dagirker kuştin. 

Gerîlayan di parastina Kurdistanê de herî kêm 17 dagirkerên din kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan daxuyanî da û got, di çalakiyên li Botan, Sêrt, Metîna û Avaşînê de gerîlayên Kurdistanê herî kêm 17 dagirker kuştine.

HPG´ê didaxuyaniyê de ji bo çalakiyên di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de ev agahî dan:  "Dagirkerên artêşa dewleta Tirk li herêma Kato Jîrka ya Botanê li deverên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê kemîn danî bû. Hêzên me demeke dirêj ev dagirker kontrol kirin û 3'ê Tîrmehê saet di 20:20’an de li devera Meydan Casûsan ji du baskan ve bi koordîneyî li wan da. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.

4'ê Tîrmehê saet di 22:00´yan de li qada Garisa ya navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker a ku ber bi Qereqola Tiryanê ve diçû, bi, rêbaza sabotajê çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de wesayita Kîrpî bi temamî hate îmhakirin û 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin."

Cenga Xabûrê li Metînayê

HPG´ê ji bo Pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê yên li Metînayê jî got, "7'ê Tîrmehê saet di 07:00 de li çiyayê Zendûrayê li dijî dagirkeran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de kozikek û 2 sîstemên kamera ya mobesse yên li ser gir hatin îmhakirin."

Bazên Zagrosê li Avaşînê

HPG´ê ji bo Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ya li herêma Avaşînê jî got, "6'ê Tîrmehê saet di 23:10'an helîkoptera êrişê ya li herêma Girê Silêman ku dixwest bombardûmanê bike, bû hedefa hêzên me. Derb li helîkopterê hate xistin û di encamê de helîkopter neçar ma ku ji herêmê biçe.

7'ê Tîrmehê saet di 05:00´an de li dijî dagirkerên ku ji Girê Şehîd Întîkam ber bi Girê Şehîd Dijwar ve diçûn, bi rêbaza sûîqestê çalakî hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Dewlet Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barandin. Bi gazên bi jehr jî êrişê dibe ser tunelên şer ên li deverên Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê."

Bombekirina Başûr bi destê dijmin

HPG agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin û bombardûmanê jî parve kirin: "6’ê Tîrmehê saet di navbera 17:00-01:00 de li devera Derarê ya herêma Metînayê helîkopter geriyan, gundê Hirorê, Kela Qumriyê, Gundê Dêşîşê û Koordîne bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

6'ê Tîrmehê saet di navbera 00:00-00:30'î de li herêma Avaşînê qada Stûnê û saet di 22:00´yan de jî li devera Werxelê bi balafirên şer tunelên şer hatin bombekirin.

7'ê Tîrmehê saet di 05:00´an de gundê Maya yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.