Li Bokan jinek Kurd hate girtin

Sêşem 27 Gulan 2025 - 00:53

Rêxistina Mafê Mirovan Herana ragihand ku jineke Kurd a bi navê Befrîm Merufî ya xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cezayê lê hatî birrîn bê bicîh anîn, ew şandine girtîgeha Urmiyeyê. Li gorî heman nûçeyê beriya niha şaxa 101 a Dadgeha Sucan ya Bokanê, ji ber fikrên siyasî 4 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Befrîm birrîbû. Hêjayî gotinê ye di 30’ê Çileya 2025’an de Befrîm Merufî li Bokanê hatibû binçavkirin, piştî wê di 15’ê Sibatê de bi kefalet, bi awayek demkî hatibû berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.