- Tevî ku bêhtirî 8 mehan di ser hilbijartina Parlamena Iraqê re derbas dibin, ne hikûmeta nû, ne jî serokkomar hatine diyarkirin.
Tevî ku bêhtirî 8 mehan di ser hilbijartina Parlamena Iraqê re derbas dibin, ne hikûmeta nû, ne jî serokkomar hatine diyarkirin. Li ser erka serokkomariyê di navbera PDK’ê û YNK’ê de nakokî hene. PDK li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê asteng e.
Her çendî li gorî adetê erka serokkomariyê para Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ye jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) israr dike ku vê erkê bi namzetiya Rêber Ehmed bi dest bixe.
Heta niha aliyên Iraqî tenê karîn Serokê Parlemenê Mihemed El Helbûsî û alîkarên wî hilbijêrin. Nakokiya mezin a niha li pêşiya avakirina hikûmeta nû serokkomarî ye û piştre serokkomar erkê bide bloka giştî li parlamenê ku bikare hikûmeta nû ava bike.
Erka Serokkomariyê ji sala 2005’an para Kurdan e û di nava Kurdan de jî para YNK’ê ye. Li gorî lihekvirina PDK û YNK´ê serokkomartiya Iraqê ji bo YNK’ê û serokatiya Herêma Kurdistanê û serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ji bo PDK’ê ne.
Berovajî vê lihevkirinê ev bû du dewr ku PDK ji bo wezîfeya serokkomariya Iraqê namzetê xwe diyar dike. Beriya niha Fuad Hisên ji bo wezîfeya Serokkomariya Iraqê kir namzet, lê namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih bi ser ket.
Piştî hilbijartina pêşwext a 10’ê Cotmeha 2021’ê, PDK’ê bi lihevkirina li gel Tevgera Sedr eşkere kir ku berê di navbera Barzanî, Sedr û Suniyan de hatibû kirin. Li gorî wê serokkomar ji bo PDK’ê û serokwezîr ji bo Tevgera Sedr û serokatiya Melisê jî ji bo Suniyan hatibû veqetandin.
Sedr vekişiya
Negihiştina encameke baş û dîsa bidestnexistina kotaya pêwîst lîderê Tevgera Sedr, Muqteda El Sedr biryar da ku ji parlamanê vekişe û îstifaya xwe da Serokê Parlamenê Mihemed El Helbûsî û tevî parlementerênxwe ji parlamenê vekişiya.
PDK û YNK li ser namzetekî li hev nakin û her yek dixwaze bi namzetên xwe yên serokomariyê ser bikeve. Serokkomarî bûye girêkora Iraqê. YNK li ser namzetiya Dr. Berhem Salih israr dike. Her wiha PDK jî li ser namzetiya Rêber Ehmed israr dike.
Her çiqas Çarçoveya Hemahengî têkildarî erka serokkomar daxwaza lihevkirinê kiriye, lê hîna di nava xwe de jî li ser erka serokwezîr û avakirina hikûmetê li hev nekirine.
Çarçoveya Hemahengî li ser wezîfeya serokkomar daxwaza lihevkirinê li aliyên Kurd kiriye, lê wê hîna di nava xwe de jî li ser wezîfeya serokwezîr û avakirina hikûmetê li hev nekiriye.Ji bo helkirina meselê divê alî li hev bikin yan jî hilbijartineke pêşwext wê çêbe.
ROJNEWS//BEXDA