Gerîlayên HPG û YJA Starê li Besta, Avaşîn û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyan de 5 dagirker hatin cezakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da: "5'ê Nîsanê li herêma Bestayê operasyoneke berfireh a dagirkeriyê hate destpêkirin. 6'ê Nîsanê bi helîkopteran qadên Mewîjkê, Gîvara û Şehîd Diyana yên herêma Bestayê hatin bombekirin, heman demê bi helîkopterên Skorsky dagirker li herêmê hatin danîn. Di vê operasyonê de ku kontra û cerdevan jî tevlî bûn, serê sibehê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer dest pê kir. Vî şerî 2 rojan dewam kir û gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Di vî şerî de hevrêyê me Ozgur Gabar ku bi giranî birîndar bû, ji ser hişê xwe çû û dîl kete destê dijmin. Kesê bi navê Êrîş Nerexî jî teslîmî dijmin bû. Di şer de hevrêyên me Dîlan, Hêvî û Tolhildan du rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan, bi lehengî şehîd bûn.
Dewleta Tirk êsîran êşkence dike
Dewleta Tirk a faşîst mêtinger, tevî hevrêyê me Ozgur Gabar bi giranî birîndar bû, bi rêk û pêk êşkence lê kir û poşmaniyê lê ferz dike. Lê belê heta niha ti encam bi dest nexistiye. Êşkencekirina dîlgirtiyekî şer ê birîndar sûcekî giran e li pêşberî qanûnên navneteweyî û hiqûqa mirovahiyê. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere vî sûcî dike.
8'ê Nîsanê li gorî agahiyên ku kesê bi navê Êriş da, operasyona Bestayê hate berfirehkirin. Komek ji hevrêyên me li dijî dijmin bi rengekî destanî li ber xwe dan û gelek dagirker ceza kirin.
Li Bestayê çalakiya tolhilanînê
Di vî şerî de ku heta êvarê dewam kir hevrêyên me Nûjîn, Mizgîn, Hebûn, Ezda û Firat şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn
Nûjîn Sêrt û Firat Şax eşkere bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me Dîlan, Hêvî, Tolhildan, Mizgîn, Hebûn û Ezda dema eşkere bûn wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.
Zeynep Dayan bi nasnav Nûjîn Sêrt a li Sêrtê ji dayik bûyî û Îbrahîm Îldenîz bi nasnav Firat Şax ê li Wanê ji dayik bûyî bi qehremanî şer kirin û 8ʼê Nîsana 2021ʼê li Bestayê şehîd bûn.
Hêzên YJA Starê 13'ê Gulanê li herêma Bestayê li dijî dagirkerên ku hewl didan bi wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarok ji gundê Osyanê biçe Girê Aqîr, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encamê de 4 dagirkerên di hundirê wesayitê de hatin cezakirin û wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin.
Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandara me Nûjîn Sêrt û hevrêyên pê re şehîd bûn hate lidarxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 23'ê Gulanê li Girê Xeregol ê li herêma Zapê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 roket li kozikên dagirkeran ketin, 2 roket jî li derdora kozikên dagirkeran ketin. Bi qasî ku heta tespîtkirin dagirkerek hate cezakirin.
Hêzên YJA Starê 24'ê Gulanê li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi çekên giran çalakî kirin. Çalakî bi rengekî serketî pêk hat.
ANF/BEHDÎNAN