Li Berlînê li dijî tecrîd û xiyaneta Barzaniyan çalakî

Şemî 3 Tebax 2024 - 02:15

Li paytexya Elmanya Berlînê tecrîda li ser Rêber Ocalan û îxaneta malbata Barzanî bi pêşengiya NAV-Berlînê hate şermezarkirin. Di mîtînga şermezariyê de hate gotin,’’ Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê girîng e." Mitîng li pêşiya Brandenburger Tor hat lidarxistin.

Di mitîngê de hate bibîrxistin ku 41 meh in tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha hate gotin: “Mafên Rêber Apo nabe bibe mijara bazarê. Dewleta Tirk divê demildest dev ji polîtîkaya xwe ya tecrîdê berde. CPT (Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropa) li dijî vê êşkenceyê bêdeng dimîne. Bi zelalî bersiv nade pirsan. Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê girîng e."

Di mitîngê de banga mezinkirina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat kirin.

Di mitîngê de îşaret bi êrîşên dagirkerî û îlhaqê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hat kirin û xiyaneta malbata Barzanî hat şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan û aştiya Kurdistanê bi piştevaniya kûrewî re pêkan dibe û hate diyarkirin ku divê her kes bibe şirîkê berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê.

Di mitîngê de broşurên têkîldarî tecrîdê û êrîşên dagirkeriyê hatin belavkirin û bi dirûşmeya “Hoch die Internationale Solidarität" bi dawî bû.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.