Meclisa Ciwanên Şêladizê ragihand ku ew ê li dijî şehîdkirina Wezîr Tayîp Rêkanî bi destê çekdarên PDK’ê, xwepêşandeke girseyî li dar bixin. Meclîsa Ciwanan bang li xelkê herêmê kir da ku beşdarî xwepêşandanê bibe. 

Çekdarên PDK’ê 27’ê Cotmehê li geliyê Balinde Wezîr Tayîp ê ji eşîra Rêkaniyan qetil kir. Wezîr Tayîb li nêzî gundê xwe hatibû birîndar kirin û pişt re ji nêzîk ve hatibû qetilkirin.

Nerazîbûna ji qetilkirina Wezîr Tayîb zêde dibe, xelkê Şêladizê vê bi xurtî nîşan didin. Melcîsa Ciwanên Şêladizê li ser malpera xwe ya facebookê, ragihand ku ew ê qetilkirina Wezîr Tayîp li Şêladizê protesto bikin û xwepêşandaneke girseyî li dar bixin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, êvarê ev meş wê ji gundên Sîte û Sîrê ber bi Şêladizê ve pêk bihata.

NAVENDA NÛÇEYAN