- Berdevka HDP´ê Ebru Gunay bal bire ser êşkenceyên li hepsan û got, "Niha girtîgeh hemû veguherîne êşkencexaneyan. Mirovên ku divê bêne berdan jî nayên berdan. Wezîfeya destpêkê ya alîgirên demokrasiyê, rabûna li ber van kiryaran e."
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li her kesî kir da ku li ber tecrîdkirina li Îmraliyê rabe. Gunay got, AKP-MHP sûcdarên şer in û ew ê komara demokratîk ava bikin.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist. Ebrû Gunay, di destpêkê de 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê û 2'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Rojava ya Cîhanê silav kir û got, serketina li dijî DAIŞ'ê ne tenê serketina gelê Kurd e, serketina tevahiya mirovahiyê ya li dijî hovîtiyê ye.
Ebrû Gunay bi bîr xist ku tezkereya êrişên leşkerî yên li dijî Sûrî û Iraqê bi dengên AKP-MHP û ÎYÎ Partî ji bo 2 salan careke din hate dirêjkirin û got, "Tezkereya Sûriye-Iraqê wê bibe tezkereya dawî ya koalîsyona şer a AKP-MHP'ê."
Ebrû Gunay anî ziman ku tevî Partiya Karker a Tirkiyeyê, Partiya Saadetê her wiha Partiya Gel a Komarê (CHP) jî li gorî hesasiyetên xwe li ber vê tezkereyê rabûn, ev yek girîng e û got, "Em vê yekê ji bo paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê gelekî hêja dibînin."
Tecrîdkirina Ocalan
Ebrû Gunay bal bire ser tecîrdkirina 23 salan a Rêber Abdullah Ocalan de tê kirin û got, "Li Îmraliyê timî bi hincetên pûç hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê qedexekirin. Bi vî rengî kirasekî li qedexeya hevdîtinan dikin. Bi hinceta ku Birêz Ocalan li salona sporê volta avêtiye, cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran re lê birrîne. Li cîhanê her kes zane ku li zindanan liv û tevgera bingehîn a hikumxwaran volta ye. Cezakirina Birêz Ocalan a ji ber voltayê nîşan dide ku rastiya Tirkiyeyê ya heyî li Îmraliyê bi cih tê anîn. Em zanin ku bêhiqûqî û zilma li Îmraliyê tê kirin li dijî Kurdan û li dijî tevahiya Tirkiyeyê ye."
Berdevka HDP´ê bi bîr xist ku ji 5'ê Nîsana 2015'an ve ji bilî çend hevdîtinan, malbat nikare hevdîtinê bike û wiha dewam kir: "Haya malbatan ji tenduristiya xizmên xwe nîne. Ev bi tena serê xwe sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bêdengiya li hemberî vê yekê nayê qebûlkirin. Niha girtîgeh hemû veguherîne êşkencexaneyan. Mirovên ku divê bêne berdan jî nayên berdan. Wezîfeya destpêkê ya her kesên alîgirê demokrasiyê rabûna li ber van kiryaran e."
Cenazeyên gerîlayên PDK´ê şehîd kirî
Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de bal bire ser çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan jî û got, "Ev mijareke hesas e. Ev çend sal in, li Tirkiyeyê wek polîtîkayeke taybet, kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest didin, cenazeyên wan nadin malbatên wan. Ev sûc e, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Niha ev polîtîka, li Başûr jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî pêk tê. Li Başûr ev 22 roj in dayik li deriyê Sêmalkayê çalakiyê dikin, cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Hikûmet bila destûr bide dayikan, bila derî veke û dev ji van kirinan berde. Daxwaze me jî ew e ku bersivê bidin dayikan."
Berdevka HDP´ê bal bire ser bikarananîna çekên kîmyewî li dijî Başûrê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî û got, "Îdiayên pirr cidî di çapemeniya Başûr û medyaya cîhanî de cih girtin. Bi dehan gundiyên li herêmê rakirin nexweşxaneyê. 109 rewşenbîran name ji saziyên navneteweyî re şandin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navneteweyî lêkolînê bikin. Bikaranîna van çekan sûcê li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin."
ENQERE