Li ber tecrîd dagirkerî xiyanetê rabin

Pêncşem 25 Tîrmeh 2024 - 01:45

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, 25’ê Hezîrana 2012’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ‘Nobeta Azadiyê’ da destpêkirin. Di hefteya 629’emîn de malbata Oltan a ji bajarê Darmstad a Elmanyayê hatî, nobet dewr girt. Komê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî dewr girt. Murşîde Oltan, hevjînê wê Selîm Oltan û keça wan a 8 salî Sara di komê de cih digirin. Murşîde Oltan spasiya her kesê ku keda wî/ê di Nobeta Azadiyê ya 13 salî de heye kir û bi bîr xist ku weke malbat ew her sal beşdarî nobetê dibin û got:“Rêbertî rêya azadiyê nîşanî jinên Kurd da. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin. Ev tecrîd li dijî me hemûyan e. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker 3 sal in bi hemû rêbazên qirêj dixwaze îradeya gelê Kurd ji holê rake. Îradeya gelê Kurd, Rêbertiya me û gerîla ye. Di serî de jin, ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê, ez bang li hemû gelê Kurd dikim ku li dijî dagirkerî û xiyanetê rabin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zarokên her 4 parçeyên Kurdistanê ne. Li ku derê êrişek hebe, gerîla li wir e. Dema li Rojava êrîş çêdibe gerîla diçe wir, dema li Başûr êrîş çêdibe dîsa gerîla li dijî radibe. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim; Em xwedî li Rêbertiya xwe, gerîlayên xwe û hevalên xwe yên di zindanan de derbikevin.”

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.