Li ber NY’yê dijî tecrîd û îxanetê rûniştin

În 9 Tebax 2024 - 01:25

Kurdistaniyên li Ewropayê dijî tecrîdê û îxaneta malbata Barzaniyan çalakiya rûniştinê dikin. Di çalakiya rûniştinê de ya li ber NY’yê Kurdistaniyan dosyayên têkilî tecrîdê û dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan dosyayên ku hatin hazir kirin dane rayedarên NY’yê.

Dijî tecrida mitleq a li ser Rêber Ocalan çalakiyên rûniştinê yên ku li Ewropayê dest pê kirin li Cenevre ya Swîsreyê dewam kir.

Di çalakiyê de ku li Bernê dest pê kiribû dosyayên derbarê tecrîdê û dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dabûn Parlamentoya Federal a Swîsreyê.

Kurdistaniyên ku çalakiya xwe li bajarê Cenevre ya Swîsreyê didomînin, piştî mitîngê dosyayên hatibûn amadekirin, radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin.

Çalakî bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîseyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hat lidarxistin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Musa Farisogullari,  Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr û li ser navê Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî Nejdet Atalay û gelek Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel, bi bîr xist ku ew ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li pêşiya NY’ê çalakiya rûniştinê li dar dixin û anî ziman ku ji roja Duşemê ve li dijî êşkenceya tecrîdê û daxwaza pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan li dehan navendên Ewropayê çalakiyên rûniştinê li dar dixin.

Tecrîda dijmirovî sazkar kirin

Piştî Yuksel, li ser navê YJK-S’ê Gevher Alturk daxuyaniya çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rêbertiya me ye ji bo ku hêzên emperyalîst li gorî berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn dîzayn bikin, radestî faşîzma dewleta Tirk hate kirin. Lê Rêbertiya me bi paradîgmaya ku bi pêşdîtina van polîtîkayan afirand, van polîtîkayan vala derxist. Ji ber vê têkçûnê û weke berdewamiya komploya ku beriya 25 salan bi ser nexistin, îro polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî xistine dewrê.”

Dev ji îxanetê biqerin

Cemal Ozdemî jî ev bang kir, “Dengê gelê Kurd bibîhizin.” Ozdemîr operasyonên ku bi alîkariya malbata Barzanî li Kurdistanê tê meşandin bi bîr xist û wiha bang li kir “Dest ji vê xiyaneta dîrokî berde, dest ji xizmetkirina ji dewleta Tirk re berde.”

Ji bo azadiya Ocalan em ê têbikoşin

Musa Farisogullari jî diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan wê li her qadê têbikoşin. Farisogullari êrîşên dagirkeriyê bi bîr xist û xiyaneta Malbata Barzanî şermezar kir. Farisogullari ku bang li partî, pêkhate û rêxistinên Kurdistanî kir xwest ku her kes ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd her tişta dikeve ser milên wan pêk bînin.

Piştî daxuyaniyan dosyayên ku hatibûm amadekirin, ji aliyê şandeyeke ve radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî hate kirin.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.