Li ber NY’yê çelenga reş

În 31 Gulan 2024 - 00:08

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, berdewam dike.

Vê hefteyê endamên Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) çalakî dewr girtin. Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Demîr Çelîk, siyasetmedar Mûsa Farisogûllari, Besime Konca, Fatma Şik û Kurdistaniyên ji bajarên Swîsreyê ve hat tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên Rêber Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin hildan. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. 

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ramazan Amed destpêkê axivî. Amed bi bîr xist ku 3 sal zêdetir e çalakiyê li dar dixin û got: “Divê saziyên navneteweyî li berpirsyariya xwe rabin.”  

Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-GE) Îbrahîm Yuksel daxuyanî xwend. 

Sebra Kurdan nemaye

Yuksel bi bîr xist ku 38 meh in ji Rêber Abdullah Ocalan ti xeber nayê girtin û got: “Êdî sebra gelê Kurd û dostên wan nemaye li hemberî tecrîdê nameye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê têkoşînê geş bikin.” 

Hevseroka CDK-S’yê Selma Surer jî anî ziman ku ji bo ew dengê xwe hin xurtir bilind bikin  li vir in. 

Enternasyonal ji bo Ocalan divê rabin

Li ser navê Tora Serhildan Daniel Traub axivî. Traub destnîşan kir ku paradîgmaya azadiyê ya Abdullah Ocalan îro ji aliyê gelên cîhanê ve tê qebûlkirin û diyar kir ku divê bloka enternasyonal bi gelê Kurd re ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. 

Di dawiyê de Berdevkê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan a Swîsreyê Necdet Atalay axivî. Atalay berpirsyariyên saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî bi taybetî NY û CPT li hemberî tecrîdê bi bîr xist. 

Piştre li ser navê CDK-S û YJK-S’yê şandeyekê çelenga reş danî li ber avahiya NY’ê.

ANF/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.