Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) doh li ser bangewaziya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya ji bo temamkirina dan û standinên di navbera wan û ENKS’ê de, daxuyaniyek da.
PYNK`ê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Bi însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokatîk general Mezlûm Ebdî û bi çavdêriya yekser a Emerîkayê, diyaloga kurdî-kurdî dest pê kir. Derdorên kurd û kurdistanî û hevalbendên navneteweyî pêşwaziya wê yekê kir. Ji ber ku serkeftina vê diyalogê di xurtkirina îstiqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê roleke girîng bilîze. Ew yek dê bibe bingeha çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê bi giştî. Diyaloga kurdî-kurdî gava yekemîn a diyaloga nîştimanî ya giştî ye. Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku di vê qonaxê de derketine pêşiya me jî lê di diyalogên PYNK û ENKS`ê de li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû.”
PYNK`ê diyar kir ku hindik maye ku bigihêjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û giştî û di biryara siyasî de serbixwe, derkeve holê û hêvî û xewnên gelê Kurd û doza wî ya adil li qada neteweyî û navneteweyî, temsîl bike.
PYNK`ê destnîşan kir ku dê serkeftina vê diyalogê ji bo doza nîştimanî û neteweyî stratejîk e û dewam dike.
Di dawiya daxuyaniyê de PYNK`ê diyar kir ku ew pabendî lihevkirinên berî niha ne û di heman demê de bang li hemû hêzên kurdî, kurdistanî, neteweyî û hevalbend kir ji bo piştgiriya diyalogên PYNK û ENKS’ê hewldanan bikin. Her wiha bang li dezgehên çapemeniyê yên kurdî kir ku her du aliyan nêzî hev bikin.
ANHA/QAMIŞLO