Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî bi yekgirtî li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin û got; ”Mijar PKK nîne, belkû Başûrê Kurdistanê ye û wê Başûrê Kurdistanê zêdetir zirarê bibîne.”
Li ser êrişên dewleta Tirk li Garê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku pêşbîniya êrişek wisa kiriye û got: “Divê hemû alî ji bo rawestandina van êrişan daxwazê ji navendên navneteweyî û Emerîkayê bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.”
Dr. Mehmûd Osman eşkere kir ku armanca van êrişan zêdetir Başûrê Kurdistanê ye û got: “Ev êrişane li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, sînor û serweriya wê derbas dike. Lewma li gorî min mijar ne PKK ye, belkû mijar zêdetir Başûrê Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê zêdetir zerermende. Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê weke valahiyekê dibîne. Îtirafê bi Herêma Kurdistanê nake. Lewma malê xwe dibîne û di hemû aliyan de êriş dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ