- Karasu diyar dike ku dewleta Tirk di berdêla qirkirina Kurdan de dixwaze têkiliyên xwe bi Emerîka û Ewropayê re sererast bike. Karasu xwest gelê Kurd hemû û nemaze jî xelkê Başûr li ber dagirkeriyê rabe.
Karasû diyar kir, AKP a ku piştî têkçûna li Garê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, hewl dide desthilatdariya xwe rizgar bike û got, "Çawa ku gerîla li Zapê dagirker têk bir, di vê êrişê de jî wê têk bibe."
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû tevlî bernameyeke Medya Haberê bû û li ser rojevê axivî.
Mûstafa Karasû işaret bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên vê dawiyê kir û anî ziman ku êrişên li ser qadên Metîna, Zap, Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke plana têkbirinê ye ku ji sala 2014'an ve tê meşandin.
Karasû got, "Eger mirov bala xwe bide ser, tê dîtin ku desthilatdariya dewleta Tirk dixwaze têkiliyên xwe yên bi DYE û Ewrûpayê re sererast bike. Di berdêla çi de dixwaze vê bike? Di berdêla qirkirina Kurdan de. Dewleta Tirk bi rengekî eşkere ji DYE'yê, ji Ewrûpayê re gotiye, 'Eger tu piştgiriyê bide şerê min ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, ez ê jî bibim parçeyek ji polîtîkaya te ya li herêmê'. DYE û Ewrûpayê jî di berdêla tavîzan de destûra vê êrişê dane. Piştevanê vê êrişê DYE û Ewrûpa ye. Hema yekser piştî hevdîtina Erdogan û Biden, dewleta Tirk dest bi êrişan kir. Manîdar e ku êriş di salvegera Qirkirina Ermenan de hate kirin. Bi rengekî eşkere dibêje, 'Me sala 1915'an Ermen qir kir, niha jî dor hatiye we'.
Dixwazin qirkirinê bibin serî
Karasu xwest êriş weke dewama komploya ku sala 1999'an a li dijî Rêber Apo bê dîtin û got: “Doh li dijî Rêber Apo bû, îro bi êrişa li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dixwazin tevgera me tasfiye bikin û Qirkirina Kurdan bibin serî. Ev êriş di şexsê gerîla de li dijî gelê Kurd e. Di heman demê de hewldanek ji bo dagirkirina Başûr e. Eger îradeya gerîla bê şikandin, wê îradeya Kurd û hêzên siyasî yên li Başûr jî bê şikandin."
Divê xelkê Başûr rabe
Karasu xwest gelê Kurd li her deverê li ber dagirkeriyê rabe û nemaze xwest xelkê Başûr li ber dagirkeriyê rabe û got: “Çawa ku di dema dagirkirina Zapê de xelkê Deralûk, Amediyê û Şêladizê rabûn ser piyan, her wiha di dema nêz de çawa ku xelkê Şêladizê bi ser baregehên dagirkeran ve meşiya û ji hev xist, ev helwest divê li Başûr belav bibe. Li Hewlêr, Silêmaniye, Zaxo, Ranya, Diyanayê ev helwest li dijî dagirkeriyê bê nîşandan. Ji ber ku bi vê dagirkeriyê dixwazin Kurdan qir bikin. Di heman demê de êrişî destketiyên Başûr dikin.”
Dema dor bê Başûr wê dereng be
Eger gerîla derbê bixwe, wê gel û hêzên siyasî yên Başûr di asta herî mezin de destketiyên xwe ji dest bidin. Di vê mijarê de divê baldar bin. Dema ku dor hate Başûr wê hingî dereng be. Eger îro pêşî li dagirkeriyê neyê girtin wê sibe Hewlêr û Silêmaniyeyê jî dagir bikin. Ji xwe vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin. Lê belê niha li hemberî wan PKK heye, dixwazin destpêkê ji PKK'ê xilas bibin. Eger ev astengî ji holê rabe wê armancên wan hêsantir bibe. Ji ber vê yekê rewşenbîr, nivîskar, hunermendên Başûr divê helwestê nîşan bidin. Divê bang li gelê Başûr jî bê kirin ku helwestê nîşan bide. Helwesta heyî ya hêzên siyasî ne ya qebûlkirinê ye.
Ev têkoşîna rizgariya neteweyî ye
Bêguman ev têkoşîn tenê bi berxwedana gerîla bi ser nakeve. Têkoşîneke rizgariya neteweyî ya gel e. Têkoşîna azadiyê ye. Nêzîkatiya ku dibêje, bila tenê bi berxwedana gerîla encam bê bidestxistin, nêzîkatiyeke şaş e. Bi serhildanê, bi têkoşîna ciwan û jinan, bi dîplomasiyê û bi rabûna ser piyan a Kurdan li her devera cîhanê ev têkoşîn dikare encamê bi dest bixe."
NAVENDA NÛÇEYAN