Rêxistina Free Press Unlimited nerazîbûnên ji ber êrişên li ser ragihandinê û mafê ragihandina azad li Başûrê Kurdistanê îfade kirin. Rêxistinê cezakirina 5 rojnamevan û çalakvanan bi hincetên ewlekariya neteweyî û îdîayên sîxuriyê weke cihê fikaran nirxand û got, "weke rêxistina navneteweyî ya ji bo bipêşxistina ragihandinê ya ku destekê dide rojnamevaniya baş li Herêma Kurdistanê li Iraqê, em ji ber mînaka vê biryara dadgehê endîşe dikin."   

Wê gotinên rojnamevana serbixwe Maaz Farhan bi bîr xistin ku dibêje, "Armanca biryarê ne cezakirina van 5 kesan e, lê bêhtir peyamekê didin rojnamevan û çalakvanan, ku ew ê ji niha û pê ve, ji ber nivîsandina şiroveyekê yan jî parvekirineke Facebookê, yan jî ji ber îfadekirina fikrekê derkevin pêşberî dadgehê."

Rêxistinê daxuyaniya xwe ya li ser mijarê wiha bi dawî kir: "Em hêvî dikin, rayedarên Kurd wê tercîh bikin rola muhim a rojnamevanan destek bikin ji bo xêra civaka Herêma Kurdistanê di vê serdema diyarker de."

 

9 roj in di greva birçîbûnê de ne

Pênc rojnamevan û çalakgerên Behdînanê yên li her yekî ji wan 6 sal cezayê hepsê hat birrîn, ev 9 roj in di greva birçibûnê de ne. Destûr nayê dayîn parêzer û malbatên wan biçin serdana wan.

Piştî 6 mehên di nezaretê de 16’ê Sibatê, Dadgeha Hewlêrê li Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa, li her yekî ji wan 6 sal cezayê hepsê birrî. Li dijî biryar û rewşa xirab ya girtîgehê 17’ê Sibatê de 5 rojnamevan û çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir. Ji ber ku destûr nayê dayîn parêzer û malbatên wan hevdîtinê bi wan re bikin, ev 9 roj in ti agahî ji wan nayê girtin û nayê zanin rewşa wan çawan e.

Ji bo piştgiriya girtiyên Behdînan 21’ê Sibatê, endezyar Herêm Mehmud û mamosta Elî Hemesalih li Germiyanê ji bo heftiyekê dest bi greva birçîbûnê kirin û ev 5 roj in di grevê de ne.
Biryara girtina rojnamevan û çalakgerên Behdînanê bû sedema gelek nerazîbûnan û ji bo betalkirina biryarê gelek bang hatin kirin.

ROJNEWS/HEWLÊR