Di rapora RSF'ê ya li ser azadiya çapemeniyê di beşa Iraqê de cih dide Başûrê Kurdistanê jî. RSF tê de dibêje, "Li Herêma Kurdistanê ya xweser a Bakurê Iraqê, weke ku ti sînor li ber zext û tepisandina wan rojnamevanan nîne yên ku malbatên desthilatdar rexne dikin. Ew tên tohmetbarkirin bi sîxurî yan jî tehlûkeya li dijî ewlekariya dewletê; li ser esasê mikurhatinên bi êşkencê hatine kirin yan jî bi gefxwarinê li ser rojnamevanan hatine ferzkirin, wan dixin hepsê. Hin rojnamevan li herêmê di bin şert û mercên zelûl de mirin, û gumana ku rayedar berpiprs bin, xurt dibe ji ber wê yekê ku nebûne lêpirsîneke cidî ya mirina wan rojnamevanan."

Ji bo temamê Iraqê jî rewşa rojnamevanan ne baş e, û di warê azadiya çapemeniyê de Iraq di rêza 163'yan de li dinyayê hat bicihkirin. Par ew di rêza 162'yan de bû. Tirkiye di heman lîsteyê de di rêza 153'yan de cihê xwe girt, û Sûrî di rêza 173'yan de. Çîn di lîsteyê de di rêza 177'an de, Turkmenistan di rêza 178'an de, Koreya Bakur di rêza 179'an de û Erîtreyê jî di rêza 180'yî de cihê xwe girt.

NAVENDA NÛÇEYAN